Polymarket: Îhtimala serxwebûna Rojhilatê Kurdistanê derket ji sedî 38an
Hewlêr (Rûdaw) - Platforma texmînan a cîhanî Polymarketê ragihand ku " li Îranê îhtimala ragihandina dewleteke serbixwe ya Kurdan" derketiye ji sedî 38an.
Li gorî amaran, ev zêdebûna texmînan bi şerê ku li Îranê didome re paralel e.
Tê diyarkirin ku şer bûye sedema valahiya desthilatê û saziyên ewlehiyê bêkêr bûne.
Polymarketa ku mezintirîn bazara texmînan a nenavendî ya cîhanê ye, qadeke nû ya behîsê li ser paşeroja siyasî ya Kurdan a li Îranê vekir.
Li gorî daneyên ku roja çarşemê (4ê Adara 2026an) hatine nûkirin, îhtimala guherîna hevsengiyên siyasî yên li herêmê bala veberhêner û çavdêrên navneteweyî dikişîne.
Şertê ragihandinê yê heta 30ê Hezîranê
Li gorî şertên bazarê yên Polymarketê, eger yek ji partiyên wekî PJAK, PDK-Î, her du Komele û PAK heta 30ê Hezîrana 2026an li beşeke axa Îranê bi awayekî fermî dewleteke serbixwe ragihîne, dê encama texmînê bibe "Erê."
Platform diyar dike ku ji bo qezenckirina behîsê ne şert e ku dewleta hatiye ragihandin ji aliyê dîplomatîk ve were naskirin yan jî kontrola tam a îdarî pêk bîne.
Tenê "daxuyaniyeke fermî ya ji bo raya giştî" ya ji aliyê serkirdayetiya rayedar ve bes e.
Gelo rejîma Îranê dê beriya 2027an birûxe?
Rêjeya kesên ku bersiva "Erê" daye pirsa "Gelo rejîma Îranê dê beriya 2027an birûxe?" ji sedî 51 e.
Her wiha ji sedî 61ê bikarhêneran li ser pirsa "Rêberê Bilind ê bê yê Îranê dê kî be?" bersiva "Mucteba Xamineyî" daye.
Ne anket e, 'Aqilê Kolektîv' e
Polymarketa ku li ser teknolojiya Blockchainê hatiye avakirin, berevajî lêkolînên klasîk ên raya giştî rêbaza "aqilê kolektîv" bi kar tîne.
Pispor didin zanîn, li van platformên ku mirov pereyên xwe didin ber rîskê, derbasbûna îhtimalekê ya ji benda ji sedî 30î nîşana rûdanên şênber an jî hebûna agahiyên îstixbaratî ye ku dikarin rewşa li qadê biguherin.
Kokên dîrokî û nîqaşên nexşeya nû
Meseleya serxwebûnê li Rojhilatê Kurdistanê xwedî paşxaneyeke dîrokî ye ku digihe Komara Kurdistanê ya ku sala 1946an li Mehabadê hatibû avakirin.
Her çi qasî birêveberiya Tehranê ev çil sal in bi tundî li dijî her cûre daxwazên federalîzm an serxwebûnê derdiket jî şerê sala 2026an û hejandina sîstema siyasî, ev mijar careke din xiste rojeva navneteweyî.