Nêçîrvan Barzanî: Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aştî û aramiyê

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî got, “Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aştî û aramiyê.”

Îro salvegera 35emîn a raperîna gelê Başûrê Kurdistanê ye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi vê sedemê peyamek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî peyama, “Herêma Kurdistanê dê wekî her tim bibe faktora aştî û aramiyê” da û got:

“Parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên me yên destûrî, tenê bi yekrêzî, lihevhatin û berpirsiyariya hevpar a neteweyî ya hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê dibe.”

Li gorî Serokatiya Herêma Kurdistanê, peyama Nêçîrvan Barzanî ev e:

“Îro em bi rûmetê ve bîranîna 35emîn salvegera Serhildana Mezin a Adara 1991ê bi bîr tînin. Bi vê boneyê, ez pîrozbahiyên germ pêşkêşî malbatên serbilind ên şehîdan, Pêşmergeyên qehreman û tevahiya Kurdistaniyên li hundir û derveyî welat dikim.

Silav û rûmetê ji bo giyanên pak ên şehîdên serhildanê û tevahiya şehîdên Kurdistanê dişînim.

Serhildan xaleke veguherînê ya dîrokî û bersiveke çareserker a gelê Kurdistanê bû di redkirina zilm û zordariyê û di pêngavekê ber bi azadî û serkeftinê ve.

Ev bîranîna pîroz di demekê de ye ku herêm di rewşeke aloz û hesas re derbas dibe.

Zêdebûna aloziyan û encamên neyînî yên nakokiyan, berpirsiyariyeke mezin datîne ser milê me hemûyan ji bo parastina aramî û ewlehiya Herêma Kurdistanê.

Di vê bîranînê de, em careke din tekez dikin ku Herêma Kurdistanê, weke her dem, dê bibe faktoreke sereke ya aramî û aştiyê û dê nebe beşek ji ti nakokî û pêşveçûna leşkerî ku zirarê bigihîne jiyan û ewlehiya welatiyên me.

Parastina kiyan û qewareya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên me yên destûrî, tenê bi yekrêzî, lihevhatin û berpirsiyariya hevpar a neteweyî ya hemû hêz û aliyên siyasî û pêkhatên Kurdistanê dibe.

Bila ev bîranîn me ji bo derbaskirina pirsgirêkan û kûrbûna çanda pêkvejiyan û lêborînê han bide û teşwîq bike.

Wefadarî ji bo xwîna şehîdan ew e ku em bi hev re û dest bi dest ji bo parastina ewlehî û avakirina paşerojeke baştir ji bo nifşên me yên paşerojê bixebitin.

Silav ji bîranîna serhildanê re.

Aramî û ewlehî ji bo Kurdistanê.

05.03.2026”