Mesrûr Barzanî: Yekîtî sermayeya me ya herî mezin e

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî tekez kir ku yekîtiya gelê Kurdistanê sermayeya wan a herî mezin e û got, “Parastina destkeftên niştimanî erkê herî sereke ye.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî îro bi boneya salvegera 35emîn a Raperîna Adara 1991ê peyamek belav kir û di peyama xwe de bi germî pîrozbahî li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî li Pêşmerge û malbatên şehîdan kir.

"Raperîn berhema yekîtî û yekrêziyê bû"

Mesrûr Barzanî Raperîn wekî yek ji "destkeftên herî birûmet" ên gelê Kurdistanê pênase kir û destnîşan kir ku ev serhildan berhema yekîtî û yekrêziya hemû pêkhateyên cihêreng ên Kurdistanê bû.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê diyar kir ku bi saya vê xebat û têkoşînê, îro Herêma Kurdistanê xwedî qebareyeke siyasî û saziyên fermî û rewa ye.

Naveroka peyama Mesrûr Barzanî wiha ye:

"Di salvegera 35emîn a Raperîna mezin û birûmet a sala 1991ê ya gelê Kurdistanê de, ez bi germî pîrozbahiyê li hemû Kurdistaniyan, bi taybetî li Pêşmergeyên qehreman û malbatên serbilind ên şehîdan dikim.

Raperîn yek ji destkeftên herî birûmet ên gelê Kurdistanê ye ku berhema yekîtî û yekrêziya pêkhateyên cihêreng ên Kurdistanê bû.

'Pêwîst e em bi her awayî wan biparêzin'

Herêma Kurdistanê îro di bin siya raperîn, xebat, têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê de xwedî qebareyeke siyasî û saziyên fermî û rewa ye ku pêwîst e em bi her awayî wan biparêzin û hîn bêhtir bi pêş bixin.

Di vê salvegera birûmet de, em tekez dikin ku yekîtiya gelê Kurdistanê sermayeya me ya herî mezin û herî bihêz e.

Çawa ku di bin siya yekîtiya gelê Kurdistanê de Raperîna Adara 1991ê bi ser ket, gihişt encamê û destkeftên îro ji wê berhem hatin, di vê kêliya îro de jî pêwîst e gelê Kurdistanê ji her demê bêhtir destkeftên xwe yên niştimanî û neteweyî biparêze da ku paşerojeke baştir û bipêşketîtir ava bibe.

Bîranîna Raperîna dîrokî ya 1991ê bilind û birûmet be.

Silav li rihê pak ê şehîdên Raperînê û hemû şehîdên Kurdistanê.

Xwedayê mezin Kurdistanê biparêze."