FLAŞ – Bîreke petrolê hat teqandin

05-04-2016
RÛDAW
A+ A-

Kerkûk (Rûdaw) – Li navşeya Dûbiz a Kerkûkê, li Kêlgeha Xebaz bîra hejmar 6 ya petrolê hat teqandin.

Rêvebirê Ewlekariya navçe û nahiyên Kerkûkê Serhad Qadir ji Rudawê re ragihand, Kêlgeha Xebaz a ji aliyê hikûmeta Iraqê ve dihat parastin, hat teqandin.

Serhad Qadir diyar kir hêj ew nizanin bîra petrolê bi moşekan yan jî bi bombeyan hatiye teqandin.

Hêzên Pêşmerge û Hêzên Asayişê ber bi cihê bûyerê ve çûn.

Kêlgeha Xebaz dikeve başûrê Kerkûkê û ji bajêr 30 kilometreyan dûr e.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst