Koreya Bakur fuzeya balîstîk ceriband

05-04-2017
Rûdaw
Nîşan Koreya BaKur Fuzeya Balîstîk Amerîka
A+ A-

Navenda Nûçayan - Wezareta Berevaniya Amerîkayê (Pentagon) daxuyand ku Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk ceriband.


Di daxuyaniya nivîskî ya Fermandariya Hêzên Pasîfîkê da hat destnîşankirin, fermandariyê tespît kir ku li gorî dema herêmê di saet 11.42yan de ji tesîseke nêzîkî bajarê Sînpo yê Koreya Bakur fuzeyeke balîstîk hat firandin û fuze di saet 11.51an de li behra Japon ket xwarê.


Li gorî daxuyaniya Pentagonê fuezeya Koreya Bakur ceribandî fuzeya balîstîk a bi cureya KN-15ê ye.


Piştî ceribandinê fuzeya balîstîk Amerîkayê ragihand ku ew piştgiriya Koreya Başûr û Japonyayê dikin


Herwiha Fermandariya Berevaniya Asîman a Amerîkaya Bakur a Amerîkayê (NORAD) destnîşan dike ku fuzeya navborî parzemîna Amerîkayê tehdîd nekiriye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst