Galeriya wêneyan

05-04-2018
39 Photos
RÛDAW

Pîrmam (Rûdaw) – Şîna Dilovan Îdrîs Barzanî li Pîrmamê sê roj birêve çû û bi hezaran kes ji çîn û tuwêjên her çar parçeyên Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraqê beşdar bûn.

 

Piştî bidawîbûna şînê, Mesûd Barzanî ku mamê Dilovan Barzanî ye, peyameke spasiyê belav kir û ragihand: “Spasiyên xwe yên bê payan pêşkêşî hemû hemwelatiyên xweşdiviyên Kurdistanê û aliyên siyasî yên Kurdistan û Iraq û konsol û nûnerê welatan û kesayetiyên olî û nûnerê pêkhatên neteweyî û olî û rêxistinên civakî û medenî û kesayetiyên siyasî û civakî û çandî û akademî û werzîşî û fermande û hêzên qehremanên Pêşmerge û Asayîş û Polîs û berpirsên îdarî û siyasî û hemû çîn û tuwêjên Herêma Kurdistan û Iraq û hemû Kurdistaniyên ezîz li her çar parçe û derveyê welat dikin ku zehmetê kêşan û beşdarî li pirse û serxweşiya Xwedê jêrazî Dilovan Îdrîs Barzanî kirin û hevsozî û hevxemiya xwe derbirîn û xema me kêm kirin. Hêvîdar im hemû alî ji êş û nexweşiyê bi dûr bibin û Xwedayê Mezin xêra we hemûyan binivîse û dilovaniya Xweda li koçkiriyên we yên hemû aliyek be.”

 

Dilovan Îdrîs Barzanî birayê Nêçîrvan Barzanî û biraziyê Mesûd Barzanî roja duşemê (02-04-2018) bi celteya dil di 52 saliya xwe de li Hewlêrê koça dawî kir.