Şîna Dilovan Barzanî dilovanî xiste nav serkirdeyên Kurd

Hewlêr (Rûdaw) – Di duyemîn roja şîna Dilovan Barzanî de, serok Mesûd Barzanî, serokwezîr Nêçîrvan Barzanî û hejmarek zêde ji endamên malbata Barzan pêşwazî li beşdarên şînê kir, ku ji seranserê Başûrê Kurdistanê, Iraqê û ji derveyî Iraqê ve bo sersaxîxwastinê hatibûne Hewlêrê.

 

Her çend ku merasîma taziyeya Dilovan Barzanî, tişteke civakî bû lê zêdetir di aliyê siyasî de axavtin li ser hate kirin. Siyasetvanên Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî di asteke bilind de di merasîma taziyeyê de amade bûn. Hemû aliyên Kurdistanî yên beşdar di şînê de behsa yekrêzî û yekxistina navmala Kurd kirin.

 

Serokomarê Iraqê Fuad Mehsûm piştî beşdarîkirina di şînê de peyamek ragihand û got, êdî pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê dê baş bin.

 

Fuad Mehsûm got: “Gelek ji me re nexweş bû, em şirîkê xema tevahiya endamên malbatê ne. Mehsûm di bersiva pirseke Rûdawê de jî da xuyakirin, pêwendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê ber bi pêş ve diçe”.

 

Aliyên siyasî yên Kurdistanê jî ku di merasîma şînê de amade bûbûn, dibêjin siyaset tê bihê û biçe, yak u giring e û dimîn e û me bihêz dike, yekdengiya me ye û ev yek babeta sereke ye.

 

Sekreterê Giştî yê Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê, Selahedîn Behadîn dibêje: “Mijarên siyasî tên û diçin, mijarên exlaqî, civakî û kurdewarî resentir in û dikare me komî ser hev bike, eger ku me bi xwe meyla wê yekê hebe. Belke ev cor merasîm fişaran li me bikin û pê danin ser nefsa xwe”.

 

Serokê Hevpeymaniya Bo Demokrasî û Dadmendiyê, Berhem Salih jî da xuyakirin: “Me hemûyan pê baş e ku navmala Kurd were yekxistin. Xwezî em tenê di boneyên nexweş de necivin, zêdebarî wê yekê jî ku di boneyeke nexweş a weke vê xema malbata Barzanî de, ku cihê xemgîniyê ye ji hemûyan re, em bicivin, baş e ku em tedbîrekê li pêşeroja vî welatî bikin”.

 

Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) dibêje, di vê şînê de derket holê ku xelkê Kurdistanê ew bi cih nehîştine û merasîma taziyê ji wan re weke referandumekê bû.

 

Sekreterê Polîtboruya PDKê, Fazil Mîranî li sere vê yekê got: “Bi baweriya min ev yek weke referandumekê bû ji PDKê û vê malbatê re. Em spasdar in bo wan kesên ku beşdarî di şînê de kirine, yên ku nehatine jî, ew jî xêrê ji bazara xwe bibînin, kes bi zorê nehatiye”.

 

Di şîna Dilovan Barzanî de, wiha xuya ye ku dilovanî ketibe di nav dilê serkirdeyan û biryarên partiyên Kurdistanî de, ku renge bibe destpêka vekirina dergehekê xêrê bo rewşa niha ya Kurdistanê.

 

Dilovan Barzanî, birayê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û biraziyê Mesûd Barzanî, roja Duşemiyê 2ê Nîsanê li bajarê Hewlêrê bi celteya dil wefat kir.