Roja 37an a şer: Bilançoya li Herêma Kurdistanê giran dibe

Hewlêr (Rûdaw) - Li gorî amarên nû yên Tora Medyayî ya Rûdawê ku rojane tomar dike, ji roja destpêka şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê (28ê Sibata 2026an) heta niha, 650 dron û mûşek li Herêma Kurdistanê ketine.

Li gorî şopandina Rûdawê, di 24 saetên dawî de bi 12 dronan êrişî Herêma Kurdistanê hatiye kirin.

Ji wan 9 dron li Hewlêr û Koyeyê û 3 dronên din jî li Silêmaniyê ketine.

Li gorî çavkaniyên Rûdawê, di 24 saetên dawî de li Dihok, Helebce û Îdareya Serbixwe ya Soranê êriş nehatine kirin ku rojên borî ew der jî rastî êrişêb bi mûşek û dronan dihatin.

Amarên êrişan ên li gorî parêzgehan:

Parêzgeha Hewlêrê: 516 dron û mûşek

Parêzgeha Silêmaniyê: 107 dron û mûşek

Parêzgeha Dihokê: 25 dron û mûşek

Parêzgeha Helebceyê: 2 dron

Êrişên dawî yên li ser Herêma Kurdistanê:

- Şeva şemiyê saet derdora 21:00ê, dronek li asmanê bajarê Hewlêrê hate teqandin.

- Şeva şemiyê saet derdora 20:20î, dronek li asmanê Hewlêrê hate têkşikandin.

- Êvara şemiyê saet derdora 18:00an, dronek li asmanê Hewlêrê hate têkşikandin.

- Doh êvarê saet 19:00an, dengê teqîneke bihêz li Koyeyê hat bihîstin. Ne zelal e ku mûşek bûye yan dron.

- Êvara şemiyê saet 15:00an, li nêzîkî gundê Kêşkeyê yê li ser rêya Simaqûliyê ya Hewlêrê dengê teqînekê hat bihîstin.

- Şeva borî saet derdora 21:00ê, bi 4 dronan êrişî Kampa Azadiyê ya li Koyeyê hat kirin. Li gorî agahiyan ziyanên canî nînin.

- Doh, bi dronan êrişî Hêzên 70yî yên Pêşmergeyan ên li Silêmaniyê hat kirin. Her wiha şeva borî saet 20:39an dronek li gundê Şêx Weysawayê yê Silêmaniyê ket. Dezgeha Asayîşa Herêma Kurdistanê ragihand ku di her du êrişan de ziyanên canî çênebûne.

- Şeva şemiyê, dronek li nêzîkî projeyeke nîştejîbûnê ya li Silêmaniyê ket. Li gorî zanyariyan ziyanên canî nînin.

Bîlançoya qurbaniyan

Li gorî amaran, di encama êrişên ji 28ê Sibatê ve 14 kesan canê xwe ji dest daye û 93 kes jî birîndar bûne.

6 pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê ku li sînorê Xelîfanê yê parêzgeha Hewlêrê şehîd ketin.

Karmendê Asayîşê li Balafirgeha Navneteweyî ya Hewlêrê şehîd ket.

6 pêşmergeyên sê partiyên Rojhilatê Kurdistanê ku 2 li Hewlêrê, 2 li parêzgeha Silêmaniyê û 2 yên din jî li Başîkayê şehîd ketin.

Her wiha 12ê Adarê leşkerekî Fransayê li Hewlêrê canê xwe ji dest da.

Birîndar

30 Pêşmergeyên Fermandariya Devera Yekê, 3 karmendên Asayîşê, 3 Pêşmergeyên din, 2 parêzvanên taybet ên li baregeha berê ya Neteweyên Yekbûyî ya li Silêmaniyê, parêzvanekî Hotela Titanicê, 2 karmendên Parastina Sivîlan a Xelîfanê, 2 Pêşmergeyên Hêzên 70yî û polîsek birîndar bûne.

Her wiha di nav birîndaran de 18 sivîl hene.

Kuryeyekî li Hewlêrê, kesek li Kampa Bacid Kendalê ya Zaxoyê, perstarek li Kampa Azadiyê ya Koyeyê, 3 sivîlên Rojhilatî li Kampa Zewî Spî ya Koyeyê, zarokek li taxa Qalawê ya Silêmaniyê, 2 welatî li Kampa Cejnîkanê û 4 welatî li taxeke Hewlêrê birîndar bûne.

Her wiha 2 xwendekar li qezaya Xebatê û 31ê Adarê jî 3 ciwanên din li Hewlêrê birîndar bûn.

Birîndarên din Pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê û 5 leşkerên Fransayî yên li Hewlêrê bûn.

Deverên ku hatine bombebarankirin

Parêzgeha Hewlêrê:

Mûşek û dron li van deran ketine: Gundê Kêşkeyê, Dola Melekanê, Herîr, Kanî Qirjaleyê, Balîsan, Xebat, nahiyeya Rizgarî, Spîlk, Mela Qere, Karêzan, Kampa Zewî Spî, Kampa Cejnîkanê, Dream City, Kesnezan, Pîrzîn, Taxa Karmendan, Sêbîran, Taxa Roşenbîrî, Taxa Jiyan, Taxa Kurdistanê, Newroz, Taxa Nivîskaran, Hevalan, Gundê Korî, Gezne, Behirke, Enkawa, Xelîfan, Balafirgeha Hewlêrê û derdora wê, Dêgele, Kampa Azadiyê, Çoman, Soran û baregehên yekîneyên Pêşmergeyan.

Parêzgeha Silêmaniyê:

Silêmanî, Gundê Şêx Weysawa, Girdî Rîaye, Mêrgepan, Qalawa, Taxa Beranan, Cadeya 60 Metreyî, Gundê Zirgwêzê, Gundê Zirgwêzeleyê, nahiyeya Sûrdaşê, qezaya Kifriyê, Hêzên 70yî, Taxa Taslûceyê, Çiyayê Zimnakoyê û baregehên yekîneyên Pêşmergeyan.

Parêzgehên Dihok û Helebceyê:

Qada petrolê ya Sersingê, Kampa Bacid Kendalê, Akrê, nahiyeya Bicîlê, qezaya Berdereşê û taxa Maltayê.

Her wiha 3 dron li qada petrolê ya Çemankê û 3 dron jî li Amêdiyê ketine.

Her wiha parêzgeha Helebceyê û Çiyayê Şinrwê jî bi 2 dronana rastî êrişan hatin.