Mesrûr Barzanî li ser êrişên li Herêma Kurdistanê daxuyanî da
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî êrişên li deverên sivîl û Konsulxaneya Amerîkayê ya li Hewlêrê şermezar kirin û got, "Ev nayê qebûlkirin."
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser êrişan daxuyaniyek belav kir.
"Ev nayê qebûlkirin"
Serokwezîr Mesrûr Barzanî di daxuyaniya xwe de wiha got:
"Ez bi tundî wan êrişên kirêt ên milîsên terorîst şermezar dikim ku Konsulxaneya Giştî ya Amerîkayê û deverên sivîl ên li Hewlêrê kirine armanc.
Ev destdirêjiyên biqestî, ji bo ewlehî û aramiya Herêma Kurdistanê, Îraq û herêmê bi giştî gefeke cidî û metirsîdar in. Ev karekî ku nayê qebûlkirin e."
Banga ji bo hikûmeta Bexdayê
Mesrûr Barzanî di berdewamiya daxuyaniya xwe de bangî hikumeta Îraqê kir û got:
"Ez careke din bi eşkereyî daxwazê ji hikûmeta federal a li Bexdayê dikim ku li dijî van komên çekdar û milîsên li derveyî yasayê, gavên lezgîn, bibiryar û pratîk biavêje.
Erka hikumeta federal e ku hemû amûr û şiyanên xwe ji bo rêlibergirtina van êrişên terorîstî bi kar bîne û berpirsên van êrişan ji bo darizandinê bikişîne ber dadgehê."