QAMIŞLO Û KOBANÎ - Malbatên dîlan ji bo azadiya zarokên xwe daketin kolanan

Qamişlo - Li bajarên Qamişlo û Kobaniyê yên Rojavayê Kurdistanê, malbatên dîlan xwenîşandanên berfireh li dar xist.

Ew malbatên ku zarokên wan di nav refên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de bûn û niha di zindanên hikûmeta Şamê de ne, daxwaz dikin ku bi lez çarenivîsa zarokên wan were eşkere kirin û werin azadkirin.

Li Kobaniyê daxwaza pêkanîna rêkeftinê hat kirin

Xelkê Kobaniyê û malbatên dîlan li Qada Jina Azad civiyan û çalakiyeke nerazîbûnê pêk anîn.

Xwenîşanderan daxwaz kir ku xalên rêkeftina 29ê Kanûna Paşîn a di navbera HSD û hikûmeta Sûriyeyê de bi temamî werin pêkanîn.

Li gorî wê rêkeftinê, divabû hemû dîlên ku ji nîvê meha çileyê ve hatine girtin werin berdan.

Lê belê beşdaran tekez kir ku heta niha tenê hejmareke kêm a dîlan hatiye azadkirin û Şam bi temamî pabendî bendên rêkeftinê nebûye.

Qamişlo: Qêrîna dayikan û hêstirên çavan

Li bajarê Qamişloyê jî heman tirs û hêvî hebû. Bi sedan dayîk, bav, kur û keçên dîlan li benda mizgîniyekê ne.

Dayîk û bavên dilbiêş dibêjin heta ku zarokên wan venegerin, xew nakeve çavên wan.

Eyşe Ebdulwehaba 60 salî, jineke wilo ye ku êşa zindanê ji bavê xwe mîras girtiye.

Bavê wê berê di zindana Sêydnayê de hatibû kuştin û niha jî kurê wê winda ye. Eyşeyê ji Rûdawê re got:

"Ez dadperweriyê dixwazim. Bila xwîna kurê min winda nebe. Ez tenê dixwazim bizanim ka kujerên wî kî ne."

Dayika bi navê Cewahir jî ku kurê wê Cano 10 meh in li Reqayê dîl hatiye girtin, bi hêsiran wiha lorand:ç

"Zarokên me di bin zilmê de ne. Em nizanin tî ne yan birçî ne. Ez bangî Serok Mesûd Barzanî, Nêçîrvan Barzanî û Mezlûm Ebdî dikim ku dengê me bibihîzin."

Xwenîşandera herî biçûk a Rojavayê Kurdistanê

Yek ji dîmenên herî bandorker ên xwenîşandanê, keçeke 3 mehî ye.

Ev keça di dergûşê de wekî xwenîşandera her biçûk Qamişloyê tevlî vê çalakiyê bû.

Bavê wê berî ku ew ji dayîk bibe dîl ketibû destê hêzên Şamê û wê hîn rûyê bavê xwe nedîtiye.

Bavekî şervanekî yê kurê wî hatiye dîllgirtin jî jî bal kişand ser mafê wan ê herî bingehîn û got:

"Em dixwazin bizanin zarokên me dîl in an şehîd in? Eger şehîd bin jî em bi qehremaniya wan serbilind in lê bila çarenivîsa wan zelal bibe."

Heta niha bi hezaran endamên HSDyê û welatiyên sivîl di zindanên hikûmeta Şamê de ne.

Malbat biryardar in ku heta azadkirina hemû dîlan, çalakiyên xwe bidomînin.