57 jin û mêrên cudabûyî gihandin hev

Silêmanî (Rûdaw) – Mehbûbe ewqasî bi karên xwe mijûl e ku nikare karekî din bike, bawer nedikir projeya wê bigihe wê asta ku li hana dosyayên zêde neçe.

Karê Mehbûbe ew e ku rojane hevdîtina dê û bavên ji hev cudabûyî ji bo zarokên cihê nakokiyê rêk bixe. Ev prose ji bo wan bi dijwarî destpê dike û vê yekê jî kiriye ku mirov hest bike ku bi jineke westiyayî re dipeyve, ku herdem serê wê di derdan de ye. Mala wan bi navê `Cihê Jivana Malbatan` e û girêdayî yekîtiya jinan e.

Mehbûbe Fetah, carna dilxweş e jî ku kariye ji nû ve jiyana hevserî ya hinek ji wan jin û mêran pêk bîne ku li pêşber dadwer dawî li hemû pêwendiyên di navbera xwe de anîne: “Bi rêya vê malê me 57 malbat anîn ba hev.”

Navborî dibêje, rast e li vir zarokên wan malbatan bi dîtina dê û bavê xwe kêfxweş dibin, lê “em hewldanan jî dikin ku careke din jin û mêran vegerînin ba hev.”

Sala 1991, yekîtiya jinan malek bi navê `Cihê Jivana Malbatan” li Silêmaniyê damezrand. Armanca rêxistinê, dîtina derfetê ye ji bo civîna wan jin û mêrên ku zarokên wan hene û ji hev cihê bûne. Li wir ew zarokên wan li ba diyên xwe ne, bavên wan dikarin wan bibînin û berevajî wê jî her civînek tê orgenîzekirin.

Mehbûbe dibêje, li hemû welatên dinyayê mafê lixwegirtina zarok ê dayikê ye, li vir jî rewş wiha ye lê ger dayik nikaribe yan nexwaze zarok xwedî bike, yan ew jin ji mêrê xwe cihê dibe û mêrê wê rê nadiyê zarok bibe ba xwe: “Niha 500 dosyayên van zarokan li ba me hene. Erkê me ye em bikarin atmosfêreke aram ji wan jin û mêran re organize bikin, bi kêmanî ji bo zarokên wan.”

Ew mal nêzîkî baxçeyê giştî yê Silêmaniyê ye, ti zarok li wir namîne, lê navê malbatan li wir heye û li gor bernameyeke taybet civîn ji wan re tê lidarxistin. Rêvebera wê malê got, ji bo çavdêrîkirina dê û bavan, civaknas û doktorên derûnî hatine damezrandin: “Ew derbarê rewşa derûnî û reftara dê û bavan raporan amade dikin, pişt re wan dişînin dadgehê. Mebesta me ew e ku em jiyana zarokan baştir bikin.”

Lê Behar Munzir ku çalakvana warê mafên jinan e wê malê rexne dike û dibêje: “Ev ne karê saziyekê ye, lê karê hikûmetê ye.” Behar got, li welatên pêşkeftî ger zarok li ba jinê be û karê jinê nebe, hikûmet pereyan jê re dabîn dike da ku bikare zarokê xwe xwedî bike. Lê li vir jin neçar e ji ber zarokan here mala bavê xwe û ew jî qebûl nakin, lewma pirraniya zarokan li ba bavên xwe ne.

Navborî got jî ku dê û bav li wê malê pirr kêm hev dibînin: “Her du hefteyan carekê 2 demjimêran zarokên xwe dibînin. Li welatên pêşkeftî meger rewşa bav a derûnî pirr xerab be, yan hertim serxweş be, heke na zarokên xwe bêhtir dibîne.”

Li gor lêkolînekê ku li ser 5 hezar û 364 zarokan, di navbera temenê 5-16 salî de li Brîtaniya hatiye kirin û di malpera rojnameya Daily Telegraph de belav bûye, ew zarokên ku tenê bi dê yan bavên xwe re dijîn, egera derketina pirsgirêkên sozdarî li ba wan pirr zêdetir e.

Li gor amara rêveberiya şopandina şîdeta li dijî jinan li Silêmaniyê, di 4 mehên îsal de 4 doz li dadgehê hatine vekirin li ser bi zorê zeftkirina zarokan piştî cudabûna jin û mêran. 

Berpirsê plandanînê li rêveberiya şîdeta dijî jinan Hêmin Ebdilqadir ji Rûdawê re got: “Yek ji rewşên şîdeta nav malbatê, desteserkirina zarokan e ji aliyê malbavan ve, nemaze piştî ku pirsgirêk di navbera mêr û jinê de derdikeve: “Pirr varan zarok dibin qurbanî. Ji xeynî ku şîdeta fîzikî li hember wê jinê tê kirin gava zarokê wê jê tê standin dîsa şîdeteke derûnî li hember wê jinê tê kirin.”

Hêmin Ebdilqadir got, heta niha li rêveberiya wan ti kêşe nehatine lêkolînkirin: “Em tenê navçîtî û haşkirinê bi riya pisporên yasayî û derûnî û civakî dikin. Lê her kesê ku giliyên wî hebin, em dikarin alîkariya wî bikin.”