Destpêşxeriya EGRKê ji bo kongreya niştimanî

 

Hewlêr (Rûdaw)- Encûmena Gel a Rojavayê Kurdistanê (EGRK) ku bi awayekî sereke partiya Yekîtiya Demokratîk PYDê û rêxistin û damûdezgehên bi ser partiya navborî û çend partiyên din ên Rojavayê kurdistanê li xwe digre destpêşxeriyek bi sernavê destpêşxeriyek berve guhertina şoreşgêr a demoktatîk li ser bingeha yekgirtin û piralîtiyê pêşkêş kir.

 

Li gorî piransîpên tekista projeya destpêşxeriyê ku kopiyek jê ketiye nav destê Rûdawê, kilîta çareseriyê li Sûriyê ew e ku çareseriya Sûriyê çareseriyek demokratîk û siyasî be li ser bingeha redkirina tundûtîjiyê û helwestên tayifeger ji her aliyekî da ku rê li pêş damezrandina Sûryeya siberojê ya yekgirtî, azad û demokrat bê vekirin.

 

Li gorî vê destpêşxeriyê divê hemû pêkhateyên Sûriyê pabendî nasnameya Niştimanî ya Sûriyê bin û di heman demê de jî mafên hemû pêkhateyan hebe ku mafê xwe yê sirûiştî di parastina taybetmendiya xwe de di çarçoveya hevgirtineke azad û asayî  de ku bi razîbûna hemû aliyan be biparêzin.

 

Ji bo cîbicîkirina vê nêrînê, destpêşxerî tekez dike ku divê Sûrye demokrat, piralî û nenavendî be  û çareseriyeke demokratîk ji bo pirsa kurd û pirsên netewan bi gerentiyên destûrî û li gorî sozname û belgeyên navneteweyî derbarê mafên mirovan û protokolatên wan bê peydakirin.

 

Li gorî pilana kar a ku di nava teksta destpêşxeriyê de hatiye, ev proje dê li ser hemû hêz û aliyên opozisyona Sûriyê, ya ku bi Niştimanî hatiye wesifkirin, bê belavkirin da ku komîteyek ji van aliyan projeya çareseriya Niştimanî ya sûrî di demeke destnîşankirî de darijîne û nêrînên hemû aliyan di nava projeyeyê de bisepîne.

 

Di pilana destpêşxeriyê de hatiye ku divê kongreyeke niştimanî sûrî ji bo hemû aliyên opozisyonê bê lidarxistin û komîteyeke ji endamên kongreyê bê damezrandin daku li pêş saziyên navneteweyî nûnertiya opozisyonê bike.

 

Bê guman destpêşxeriya damezrandina kongreyeke niştimanî ji bo darijandin û cîbicîkirina çareseriyeke siyasî ji bo kirîzeke mezin û tevlîhev weke kirîza Sûriyê ku êdî bûye kirîzeke herêmî û navneteweyî pêwîstî bi karîn û derfetên pirr mezin heye, vêce pirsa herî girîng ku dibe bê kirin ev e: Gelo eger her du encûmenên kurd nikarîbûn pirsgirên navxwe çareser bikin û rêzê li rêkeftinên hevbeş bigrin û yekrêzî û yegdengiya xwe dabîn bikin, ewê karibin barê giran yê kirîza Sûriyê ku heta niha zilhêzên navdewletî li hember bêkêr mane, hilgirin?