Hewlêr (Rûdaw) - Li gor rapirsiya Saziya Galuup (The Gallup Organization) ku yek ji mezintirîn dezgehên rapirsiyê li cîhanê ye, teelvizyona Rûdaw di asta Kurdistanê de yekem e û televziyona Eliraqoye jî di asta Iraqê de yekemîn e.
Li gor encamên rapirsiya The Gallup ku roja 4ê Gulan s a2016ê li paytextê Amerîka bajarê Washingtonê hat aşkerekirin, derbarê televizyonên nûçeyî li Herêma Kurdistanê û Iraqê, Rûdaw tv li Herêma Kurdistanê yekem e û piştre jî televizyona NRT û Kurdistan tên.
Di encamên vê rapirsiyê de herwiha hatiye, ku li ser asta Iraqê jî televizyona Eliraqiye yekem e û piştre jî her yek ji televizyonên Elşerqiye û Elbexdadiye tên.
Saziya Gallup yek ji dezgehên giring û navdar ên Amerîka û cîhanê di warê pêşkêşkirina şêwirên îdarî û çavkaniyên mirovî û lêkolînên datayan de ye û xwediyê şarezayiyek bi dehan salane ye di warê rapirsiyê de.
Herwiha Gallup li 40 welatên cîhanê ofîs hene û navenda sereke ya wê jî li bajarê Washington ê Amerîkayê ye.
allup di sala 1958an de hatiye damezrandin û ji 4 beşên sereke yên weke Rapirsî, Şêwirkarî, Zanîngeha Gallup û Gallup a Rojnamevanî pêktê.
Saziya Gallup-Ewropa ku ji komkirina ofîsên Gallup ên li Ewropayê pêktê, di sala 2003an de hat damezrandin û rapirsiyên taybet bi raya giştî bo Komîseriya Yekîtiya ewropa encam dide.



Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse