Zaxo (Rûdaw) – Li Başûrê Kurdistanê di demsala biharê de malbat û hemwelatî seredana cihên geştyarî dikin. Gelek caran malbat bi tevê hemû xizmên xwe di nava sirûşta xweş a Kurdistanê de kom dibin.
Li navçeya Zaxoyê û hinek cihên din ên Başûrê Kurdistanê malbat û eşîret seyranên bi komî encam didin. Hinek kesayetên Zaxoyê ev 10 sal in biryar dane, ku demsala biharê bikin demsala li hev komkirina hemû kesûkarên xwe. Ji ber vê yekê niha seyranên bi komî tên sazkirin.
Hemwelatiyê bi navê Mihemed Mûrad dibêje: “Rêkeftina neteweyî ya kurdewarî peyda dibe. Weke kûltûreke kurdewarî û avahiya civakî, em kurd ji binemale û eşîratan pêkatine. Ji sala 2003ê ve, ji bilî ahengên Newroz û Adarê, gelek binemale bihevre diçin seyranan.”
Li gelek devarên Başûrê Kurdistanê di werzê biharê de geşt û seyranên binemalan tên sazkirin.
Keça bi navê Vehîn Ebdullah jî dibêje: “Jiber dibistan û karên rojane yên jiyanê em nikarin hev bibînin. Lê bi van seyrana em liser heman sifrê dicivin. Keşûhewaya Kurdistanê jî ji bo seyranan gelek xweş e.”
Di van seyranan de jin û mêr, zarok û kal dicivin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse