YNK û Goran: Em piştevanên sîstema nenavendî ya parêzgehan in
Hewlêr (Rûdaw) - Şanda Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) îro li gel Tevgera Goranê li avahiyê wê yê sereke li Silêmaniyê civînek encam da.
Di encama civînê de YNK û Goranê daxuyaniyeke hevbeş belav kir û ragihand ku ew piştevaniya hewldanên encûmena parêzgehan dikin ji bo cîbicîkirina sîstema nenavendî.
Di daxuyaniya YNK û Goranê de hatiye gotin ku dabînkirina mûçe û debars xelkê erkê sereke yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û aliyên beşdar in û pêwîst e bo vê yekê hewl bê dayîn.
Herwiha de hatiye gotin, ku ew tekeziyê li ser pêngavên kirdeyî yên girîngîpêdana peywendiyan û qayîmkirina baweriyê bi hev dikin.
Di kombûna roja 26.04.2020, Encûmena Parêzgheha Silêmaniyê bi beşdariya Serokê Encûmenê û serokên fraksiyonan civînek encam da.
Di wê civînê de daxwaza nenavendiya kargêrî û darayî hat kirin û biryar hat dayîn lîjneyeke demkî bê pêkanîn ku nûnerên hemû firaksiyonan tê de bin.
Herwiha pêştir firoksiyonên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û çend endamên ji fraksiyona Goranê û lîjneya yasayî, rûniştina roja 23.04.2020 a Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê boykot kirin ku taybet bû bi wê pirsê.
Ji aliyê xwe ve, Serokê Encûmena Parêzgeha Silêmaniyê dibêje, wan karek nekirine ku ziyan bi statuya Herêma Kurdistanê bigihije û diyar dike, “Em xwe weke parêzvanên statuya Herêma Kurdistanê dizanin û li ser wê binemayê jî proje tên amadekirin. Piştî amadekirinê jî em dê projeyê bişînin bo Encûmena Wezîran” û herwiha red kir ku ew proje jib o du îdareyiyê be.
Li ser vê mijarê Arif Teyfûr, Serokê Encûmena Serkirdayetiya PDKê li Silêmanî-Helebcê, ragihandibû, “Nenavendiya darayî Silêmaniyê ji hikûmetê dûr dixe.”
Arif Teyfûr diyar jî kiribû ku PDKê li gel YNK û Goranê rêkeftin heye û divê bi wê pabend bin û gotibû, “Ji ber wê yekê ew hewl ku niha tê dayîn karekî baş nîne.”
Herwiha Hikûmeta Herêma Kurdistanê her hewldanek ji bo perçekirina herêmê û çêkirina du îdareyiyê red kiribû û tekezî li ser yekparçebûna statuya Herêma Kurdistanê kiribû.