Hewlêr (Rûdaw) - Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) ragihand ku wan li rojhilatê Dêrezorê berpirsekî bilind ê DAIŞê girtiye.
Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) li ser operasyonê daxuyaniyek belav kir.
HSDyê di daxuyaniyê de got ku hêzên wan ên bi navê Tîmên Operasyonên Leşkerî (TOL), bi piştgiriya Hevpeymaniya Navneteweyî ya bi serkêşiya Amerîkayê, roja înê "operasyoneke ewlehiyê ya hestyar û armancdayî" pêk aniye ku birêvebirekî payebilind ê DAIŞê kiribû hedef.
HSDyê da zanîn, gumanbarê ku wekî Hemûd Ebdulah Xetîb her wiha bi navê Ebû Zekeriya jî tê naskirin piştî şopandina tevgerên wî yên ji nêz ve hatiye girtin.
Li gorî daxuyaniyê, Xetîb wekî serokê şaneyeke DAIŞê dixebitî ku ji sivîlan bi hinceta berhevkirina zekatê pere distandin û bi piranî gef û zor bi kar dianî.
Li aliyê din, HSDyê ragihand ku wan di operasyonê de gelek çek û cebilxane jî bi dest xistine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse