Li Semsûrê karkerekî li ser kar canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Semsûrê ya Bakurê Kurdistanê, karkerek ji qata şeşan a avahiyekê ket xwarê û mir.

Li navenda parêzgeha Semsûrê îro Abuzer Yakutê 59 salî dema di çêkirina avahiyê de kar dikir hevsengiya wî têk çû û ji qatê şeşan ket xwarê.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê û polîs çûn cihê bûyerê.

Tîmên tenduristiyê Yakutê birîndar bir nexweşxaneyê.

Lê tevî hemû hewldanan Abuzer Yakut canê xwe ji dest da.

Li gorî amarên ISIGê tenê 3 mehên destpêka îsal 447 karkeran li ser kar canê xwe ji dest daye û piraniya wan di sektora çêkirina avahiyan de bûne.