Li Wanê daxwaza statuya zimanê Kurdî hat kirin
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Wanê ya Bakurê Kurdistanê, saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê Deklarasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî eşkere kir.
Di deklarasyonê de daxwaza stutayê ji bo zimanê Kurdî hat kirin.
Doh saziyên zimanê Kurdî û Platforma Saziyên Demokratîk a Wanê li Qada Bajêr a navçeya Rêya Armûşê Deklarasyona 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ya Herêma Serhedê ragihand.
Di daxuyaniyê de pankartên "Zimanê Kurdî dilê gel e", "Kurd, Kurdî, Azadî", "Em statuya zimanê Kurdî dixwazin" û "Perwerdeya bi Kurdî" hatin bilindkirin.
Endam û birêvebirên partiyên siyasî, saziyên sivîl û parlamenterên DEM Partiyê jî beşdarî daxuyaniyê bûn.
"Hewldanên asîmîlasyonê têk çûne"
Hevserokê Komeleya Pêşxistina Çand û Zimanê Kurdî (KURDÎGEH) Mesut Kertîş metna deklarasyonê xwend û ragihand ku di encama têkoşîna neteweya Kurd de hewldanên asîmîlasyonê têk çûne.
Mesût Kertîş derbarê rewşa zimanê Kurdî got:
"Bi rê û rêbazên nûjenkirî yên curbicur, tunehesibandin, qedexekirin, dorpêçkirin û pişaftina li ser zimanê Kurdî bi awayên cuda berdewam dikin.
Bi serdestkirina zimanê Tirkî ya li her devera Kurdistanê û li her devera ku Kurd lê dijîn, armanc û daxwaz ew e ku Kurd bên pişaftin û zimanê Kurdî bihele û bi demê re ji holê rabe."
Kertîş destnîşan kir ku hewldanên pişaftina zimanê Kurdî sûcekî mirovahiyê ye û tekez kir ku divê zimanê Kurdî li hemû qadên civakî û jiyanê bibe xwedî statu.
Tê çaverêkirin ku çalakiyên 15ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî ji 4ê Gulanê heta 1ê Hezîranê bi bernameyên curbicur bidomin.