Meloniyê li ser wêneyên rût hişyarî da: Îro ez im sibe hûn in
Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîra Îtalyayê Giorgia Meloniyê li ser wêneyên xwe yên sexte yên ku bi hişê çêkirî hatine amadekirin û li medyaya civakî hatine belavkirin daxuyaniyeke tund da.
Meloniyê bal kişand ser metirsiyên teknolojiya "deepfake"ê û destnîşan kir ku ev naverok wekî amûrekê ji bo manîpulekirina civakê tên bikaranîn.
Serokwezîr Meloniyê li ser wan wêneyên xwe yên ku ji aliyê hinek derdorên mixalefetê ve hatine belavkirin û ne rast in hişyarî da.
Serokwezîra Îtalyayê diyar kir ku teknolojî ji bo êrişên siyasî tê bikaranîn.
Meloniyê got, "Vê dawiyê hinek wêneyên min ên ku bi hişê çêkirî hatine çêkirin mîna ku rast bin tên belavkirin.
Divê ez qebûl bikim ku kesên ev wêne amade kirine herî kêm di vê mînaka ku min parve kiriye de ez ji rastiyê baştir nîşan dam e.
Lê pirsgirêka sereke ew e ku ji bo derxistina derew û îftirayan êdî her cure amûr tên bikaranîn."
"Deepfake çekekî metirsîdar e"
Serokwezîra Îtalyayê da zanîn ku pirsgirêk tenê ne ew bi xwe ye.
Meloniyê behsa girîngiya ewlehiya sîberê û parastina mafên kesane kir û wiha pê de çû:
"Wêneyên deepfakeyê amûreke metirsîdar in ku dikarin her kesî bixapînin, manîpule bikin û bikin armanc.
Ez wekî serokwezîrekê dikarim xwe biparêzim lê ev derfeta gelek welatiyên bêparastin nîne.
Ev teknolojî dikare veguhere çekekê ku jiyana mirovên bêguneh tarî bike."
"Beriya ku hûn bawer bikin piştrast bikin"
Meloniyê bangî bikarhênerên medyaya civakî kir ku baldar bin û wiha berdewam kir:
"Ji ber vê yekê divê rêzikeke me ya ku her tim derbasdar e hebe.
Beriya ku hûn bawer bikin piştrast bikin û beriya ku hûn parve bikin jî ji rastbûna wê piştrast bin.
Çimkî îro ez armanc im lê sibe dibe ku yek ji we bibe armanc."
Girano in questi giorni diverse mie foto false, generate con l’intelligenza artificiale e spacciate per vere da qualche solerte oppositore.
— Giorgia Meloni (@GiorgiaMeloni) May 5, 2026
Devo riconoscere che chi le ha realizzate, almeno nel caso in allegato, mi ha anche migliorata parecchio. Ma resta il fatto che, pur di… pic.twitter.com/or44qru2qj