Nêçîrvan Barzanî: Serdana me ya Bexdayê berhemdar û serkeftî bû

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî piştî serdana xwe ya du rojan a Bexdayê daxuyand ku serdana wan “berhemdar û serkeftî” bûye.

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku wan li gel aliyan tekezî li ser xebata hevpar a ji bo rûbirûbûna astengiyan û piştgiriya serokwezîrê hatiye erkdarkirin kiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî li ser serdana xwe ya Bexdayê daxuyaniyek belav kir.

Nêçîrvan Barzanî zanîn ku wî di nava du rojan de li gel hemû hevpeymanî, kesayetên niştimanî û hevparên wan ên li Bexdayê dan û standinên erênî pêk anîne.

“Divê çek di destê dewletê de bin”

Li gorî daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî, di civînan de tekezî li ser hevkariya hevpar a ji bo rûbirûbûna astengiyên siyasî, ewlehî û aborî hatiye kirin.

Yek ji mijarên sereke “hiştina çekan di destê dewletê de” û dîtina çareseriyên bilez ji bo rewşa aborî ya ku ji ber aloziyên herêmê bandor lê kiriye bû.

Nêçîrvan Barzanî her wiha ragihand ku wan di hevdîtinan de daxwaza misogerkirina ewlehiya welatên herêmê û dûrxistina Îraqê ji alozî û nakokiyên herêmî kiriye.

Avakirina hikûmeta nû

Serokê Herêma Kurdistanê derbarê avakirina kabîneya nû ya Îraqê got:

“Me li gel hevparên xwe derbarê avakirina hikûmeta nû ya Îraqê de dan û standin kirin.”

Nêçîrvan Barzanî da zanîn ku wan piştgiriya xwe ya tam ji bo serokwezîrê erkdarkirî aniye zimên.

Armanca vê piştgiriyê ew e ku Îraq û gelê wê derbasî qonaxeke nû ya aramî û bipêşketinê bibe.

Di dawiya peyama xwe de Nêçîrvan Barzanî spasiya pêşwaziya germ û “dan û standinên avakar” ên aliyên li Bexdayê kir û diyar kir ku ev lihevtêgihiştin dê di berjewendiya Îraqê de bin.

Peyama Nêçîrvan Barzanî bi vî rengî ye:

“Îro me dawî bi serdaneke berhemdar û serkeftî ya Bexdayê anî ku me tê de hemû hevpeymanî, kesayetên niştimanî û hevparên li Bexdayê dîtin.

Me tekezî li ser xebat û hevahengiya hevpar a ji bo rûbirûbûna astengiyên niştimanî yên siyasî, ewlehî û aborî kir.

Yek ji wan jî kontrolkirina çekan di destê dewletê de û çareseriya bilez a rewşa aborî ya ji ber aloziyên herêmê bû.

Me her wiha tekezî li ser garantiya ewlehiya welatên herêmê û xwedûrxistina ji alozî û nakokiyên herêmî kir.

Me li gel hevparên xwe dan û standin li ser pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê kir.

Me piştgiriya xwe ya tam ji bo serokwezîrê nû diyar kir da ku Îraq û gelê wê derbasî qonaxeke nû ya aramî, bipêşketin û geşbûnê bibe.

Em spasiya pêşwaziya germ, firehiya sîng û dan û standinên erênî û avakar dikin ku di berjewendiya Îraqê de ne.”