Bulent Turan bangî PKKyê kir: Çekan deyne û were em her tiştî biaxivin
Hewlêr (Rûdaw) - Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Bulent Turan banga çekdanînê li gerîlayên PKKyê kir û got, Çekê deyne û were em dê her cure fikran gotûbêj bikin."
Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê Bulent Turan li parêzgeha Wanê beşdarî merasîma xelatdayîna pêşbirka pirtûkxwendinê bû.
Turan li wir derbarê pêvajoya çareseriyê û mijarên di rojeva Tirkiyeyê de axivî.
"Çekê deyne û were meydanê"
Bulent Turan bal kişand ser qonaxa çekdanîna gerîlayên PKKyê û diyar kir ku siyasetê di vî warî de rîskeke mezin wergirtiye ser milê xwe.
Turan bangeke rasterast li aliyan kir û got, "Ez ji Wanê bangî we dikim; ji kerema xwe re ji dil û wêrek bin.
Qet nebe bi qasî birêz Bahçelî û birêz Erdogan bi biryar û fedakar bin.
Eger hûn gavan neavêjin û pişta xwe nedin çekan, em nikarin paşeroja vî welatî ava bikin.
Divê çekdanîn bêmerc û bêbazarî be. Çekê deyne û were meydanê, em dê her cure fikran gotûbêj bikin.
Lê di demekê de ku çek hebin, axaftin ti wateyê nade."
Turan ragihand ku armanca wan ew e ku êdî ti carî nûçeya mirina leşkeran û çûna zarokan a ji bo çiya nebihîzin.
Wî diyar kir ku her çend şewitandina sembolîk a çekan destpêkeke girîng be jî, divê ev prose bi awayekî sîstematîk berdewam bike da ku encameke rasteqîn derkeve holê.
Alîkarê Wezîrê Karên Navxwe yê Tirkiyeyê destnîşan kir ku zimanê siyasî ji çekan bibandortir e.
Wî daxwaz kir ku hemû alî ziman û nêzîkatiya xwe li gorî daxwazên aştiyê sererast bikin.
"Tirkiye giraveke aramiyê ye"
Bulent Turan di daxuyaniyê de behsa rewşa aloz a Rojhilata Navîn û şerê Amerîka û Îsraîlê yê li gel Îranê jî hat kir.
Turan bal kişand ser nêzîkbûna sînorê Îranê û rewşa Tengava Hurmizê û got ku Tirkiye di nava vê aloziyê de wekî "giraveke aramiyê" didome.
Hejmara Sûriyeyiyan kêm bûye
Turan her wiha derbarê pirsgirêka koçberiyê de zanyariyên nû dan û ragihand ku hejmara Sûriyeyiyên li Tirkiyeyê ji 3,7 milyonî daketiye 2 milyon û 283 hezar kesan.
Bulent Turan diyar kir ku ew dixwazin koçberiya neyasayî bikin yasayî da ku her koçberê jîr û bi exlaq piştgiriyê bide bipêşketina welat.