Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Giyadînê ya parêzgeha Agiriyê ya Bakurê Kurdistanê miftîtiyê bi hinceta ku “Kurdî nayê fêhmkirin” ferman da meleyan ku weazên xwe bi Tirkî bidin.
Miftîtiya Navçeya Giyadînê bi rêya koma WhatsAppê telîmateke nû ya derbarê Kurdî de ji meleyan re şand.
Li gorî nûçeya MAyê, di peyama ji meleyan re hatiye şandin de hat gotin ku ji xeynî zimanê Tirkî divê bi ti zimanê din xizmet neyê dayîn.
“Heke kesek jî nezanibe dê bi Tirkî be”
Miftîtiyê di peyama xwe de wiha got:
“Hevalên hêja, ji welatiyan giliyên wisa tên ku li hinek mizgeftan weaz bi Kurdî têne dayîn û yên ku bi Kurdî nizanin ji weazan fêhm nakin.
Di vê çarçoveyê de, weaz çi dibe bila bibe dê tenê bi Tirkî werin dayîn.
Li mizgeftên navenda navçeyê dê weaz bi Tirkî werin dayîn.
Li gundan jî heke di nav kesên ji bo guhdarîkirina weazê hatine de (mamoste û hwd.) kesek bi tenê jî bi Kurdî nezanibe, li wir jî dê weaz bi Tirkî were dayîn.”
Meleyan bertek nîşan da
Li hêla din, hinek meleyan ji ber parastina ewlehiya xwe navên xwe eşkere nekirin lê ji MAyê re diyar kir ku ev biryar li gorî rastiya li qadê nîne û wan bertek nîşanî biryarê da.
Meleyan da zanîn ku piraniya şêniyên navçeyê bi Kurdî diaxivin û yên ku tên mizgeftê ji weazên bi Tirkî fêhm nakin.
Meleyan rewşa ku tê de ne bi van gotinan anî zimên:
“Em dixwazin bi Kurdî ku zimanê xelkê ye weazan bidin lê miftîtî destûrê nade.
Kesên ku tên mizgeftê hema bêje hemû Kurd in û ew ji weazên ku em bi Tirkî didin fêhm nakin.
Dema ku em ji bo ku xelk fêhm bike bi Kurdî weazan didin, miftîtî midaxeleyê dike û dibêje ‘Hûn dê tenê bi Tirkî weazan bidin’ û bi vî awayî zextê li ser me dike.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse