Li Geverê operasyon: 3 keçik hatin girtin
Colemêrg (Rûdaw) – Li navçeya Geverê ya girêdayî parêzgeha Colemêrgê ya Bakûrê Kurdistanê, li ser malekê operasyon hat kirin, di operasyonê de 2 jin hatin binçavkirin. Hat diyarkirin ku li heman malê de 3 keçikên ku temenê 2 ji wan ji 18an biçûktir in û “dê wan bişînin çiyê” jî hatin girtin. Zarokek jî ji nav rêzên PKKê reviya û vegeriya mala xwe.
Li gor agahiyên ku nûçegihanên AAyê bi dest xistin Rêveberiya Ewlehiyê ya Geverê û Fermandariya Navçeyê ya Cendirmeyan li ser esasê agahiyên ku bidest xistibûn li ser malekê li taxa Yeşîldereyê operasyon kirin.
Di operasyonê de 2 jin hatin binçavkirin. Her wiha hat diyarkirin ku li heman male de 3 keçikên ku temenê 2 wan ji 18an biçûktir in û dê wan bişînin serê çiyê jî hatin dîtin.
Hat ragihandin ku ji wan zarokan du keçik zarokên hinek ji wan malbatên ku ev çend roj in li Amedê çalakiya rûniştinê pêk tînin, ne.
Li navçeya Beytuşebabê ya Şirnexê jî zarokek ji destê rêxistinê reviya û teslîmê hêzên ewlehiyê bû.
Li gor agahiyên ku hatin bidestxistin xortê bi navê M. E ku li navçeya Beytuşebabê bi qasî du meh beriya niha tevlî PKKê bibû, reviya û vegeriya mala xwe û malbata wî ew teslîmê hêzên ewlehiyê kir.
M.E li Amiriya Ewlehiyêya Navçeyê îfade da û pişt re ew derxistin dadgehê û wir jî serbest berdan.
Qaymeqam Mehmet Fevzî Donmez M. E li mala wî ziyaret kir û bi wî re axivî.