Kurdistan bi milyarek û 400 milyon dolar xizmeta koçberan dike
Broksil (Rûdaw)- Grûpa Hevkariya Navdewletî li Broksilê daxwaz ji civaka navdewletî kir ku 500 milyon dolar wek alîkariyên mirovî bo koçberên Iraqê kom bike. Herwiha li gorî Li gorî Banka Navdewletî Kurdistan bi qasî 1 milyar û 400 milyon dolar xizmeta Koçberan dike.
Li gorî rapora Banka Cîhanî ku di destpêka vê salê de amade kiribû, salane bi qasî 1 milyar û 400 milyon dolar bo xizmeta koçberan dikeve ser milê Herêma Kurdistanê.
Berpirsên pilebilind ên Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropa û rêxistinên mirovî wek Unicef li Broksil bang welatên cîhanê kirin ku bi qasî 500 milyon dolar wek alîkariyên mirovî bo 8 milyon û 200 hezar koçberên Iraqê kom bikin.
Rêveberê Rêxistina Unicef, Entonî Lîk ji Rûdawê re ragihand ku medyayên cîhanê tenê behsa şer dikin, lê behsa karesatên mirovî nakin.
Entonî Lîk wiha got: “Hemû sernavên ragihandinê behsa pevçûnên siyasî û leşkerî dikin, kêm behsa wan mirovan dikin ku bi awayekî mezin rastî karesatan hatine. 8 milyon kes pêwîstiya wan bi alîkariyê heye. Neteweyên Yekbûyî budceya wê têrê nake da ku bikaribe kêmtirîn pêdviyên wan koçberan peyda bike.”
Li gorî agahiyan 3 milyon zarok nikarin biçin dibistanê, herwiha 7 milyon kesên din jî pêdviya wan bi xizmetên tendirustiyê heye, ev jî di demekê de ye ku % 45ê karmendên tendirustiyê jî koçber bûne.
Endamê Komîsyona Alîkariyên Mirovî li Yekîtiya Ewropayê, Kirîstoz Şitaylandiz nûnerên Herêma Kurdistanê bo Broksilê vexwendiye, da ku li ser çawaniya alîkariya koçberan gotûbêj bikin.
Wezîrê Pilandananê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê, Elî Sindî ji Rûdawê re ragihand: “Budceya koçberan li ser milê Herêma Kurdistanê salane derdora milyarek û 400 milyon dolar e.”
Elî Sindî wiha got: “Li gorî helsengandina Banka Navdewletî ku ji destpêka vê salê de raporek hatibû amade kirin, tê de hatiye ku, salane bi qasî 1 milyar û 400 milyon dolar hikûmeta Herêma Kurdistanê xizmeta Koçberan dike. Herwiha divê pêşhatên bê jî li ber çav werin girtin ku hejmara koçberan zêdetir dibe.”
Li Başûrê Kurdistanê 32 kampên koçberan hene. Tenê koçberên Iraqê li Kurdistanê tune ne, lê belê gellek penaberên Rojavayê Kurdistanê jî li Başûr hene.
Endamê Komîteya Karûbarê Derve ya Yekîtiya Ewropayê, Îlmar Birok ragihand: “Di rastî de rewşa koçberan karesateke mirovî ye. Gellek bijarde û îhtîmal li ber destê me nînin. Bi nêrîna min li Iraqê armiya siyasî pir girîng e, wek mînak pêşveçûn û aramiya siyasî dê alîkariya serkeftina hêzên Iraqê bike li dijî rêxistineke hovane mîna DAIŞê bike.”
Par alîkariyê mirovî tenê % 40 ji pêdviyên koçberan peyda kirine.
Tenê bi daxwaza 500 milyon dolar alîkariyên mirovî ji Yekîtiya Ewropayê meric nîne ku ew yekîtî wan pereyan peyda bike. Heta ku rewşa Iraqê aram bibe tê pêşbînîkirin ku kirîza mirovî ya koçberan xirabtir bibe.