Li nav axa Başur şerê PKK û leşkeran berdewam e

Hewlêr (Rûdaw) – Leşkerên artêşa Tirkiyê li bilindahiyên Deşta Berazgîrê ya sînorê herêma Biradost bicîh bûne û rojane li vê herêmê di navbera leşkeran û gerîlayên PKKê de şer û pevçûn diqewimin.

 

Ev demek e artêşa Tirkiyê li çiyayên herêma Biradost a ser bi navçeya Soran a Hewlêrê operasyonek dane destpêkirin.

 

Peyamnêrê Rûdawê li Soranê Bextiyar Qadir ragihand, ku leşkerên Tirkiyê nêzîkî 20 kîlometreyan hatine nav axa Başûrê Kurdistanê û li bilindahiyên herêma Biradost bicîh bûne.

 

Peyamnêrê me got: “Tirkiyê ev demeke li wê herêmê rê çêkirine û niha li bilindahiyên Deşta Berazgîr a herêma Biradost qereqolên demkî çêkirine.”

 

Derbarê şer û pevçûnan de peyamnêrê me da zanîn, ku car bi car di navbera gerîlayên PKKê û artêşa Tirkiyê de şer û pevçûn jî diqewimin.

 

Li ser topbaran peyamnêrê me diyar kir: “Artêşa Tirkiyê topxaneyên Tirkiyê yên li gundê Mawa ya Şemzînanê bicîh bûne, bi topên giran her roj herêma Xakurk, Geliyê Reş û aliyê Xinêre topbaran dikin. Herwiha firokeyên şer jî li ser van herêman digerin û dem bi dem cihên destnîşankirî bombebaran dikin.”

 

Herwiha peyamnêrê me destnîşan kir, ku herêma Biradost nêzîkî 80 kîlometreyan dûrê Çiyayê Qendîlê ye, ku niha medyaya Tirkiyê îdîa dike leşkeran xwe gihandiye wê herêmê.