Rêveberiya Xweser 8 welatiyên Amerîkayê vegerandin welatê wan

Hewlêr (Rûdaw) - Rêveberiya Xweser vegerandina 8 welatiyên Amerîkî bo welatên wan ragihand.

 

Îro çarşemê 5ê Hezîrana 2019an Berdevkê Pêwendiyên Derve yê Rêveberiya Xweser Kemal Akif ragihand ku Rêveberiyê 8 welatiyên Amerîkî li welatê wan vegerandine.

 

Kemal Akif da zanîn ku ew her 8 welatî 2 jin û 6 zarok in. Li gor daxuyaniya Kemal Akif, vegerandina her 8 welatiyên Amerîkî li ser daxwaza Amerîkayê hatiye.

 

Çavkaniyeke taybet ji Tora Medyayê ya Rûdawê re eşkere kir ku ew her 8 welatiyên Amerîkî ji kampa Roj a nêzîkî Dêrikê hatine derxistin.

 

Heman çavkaniyê diyar kir ku her 8 welatî îro ji Rojavayê Kurdistanê ber û Amerîka birê ketine.