Îro li Başûrê Kurdistanê nimêja înê tê kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Yekîtiya Zanyên Ola Îslamê ya Herêma Kurdistanê ragihandiye, ku ewê Îro nimêja Înê bikin.

Nûnerê Wezareta Ewqafê di Komîteya Rûbirûbûna Koronayê ya Herêma Kurdistanê de, Seyîd Sidîq Kepranî ji Rûdawê re ragihand, ku li gor wan rênimayiyên hatine diyarkirin, nimêja Înê dê bê encamdan.

Seyîd Sidîq Kepranî daxwaz ji xelkê jî kir, dema diçin mizgeftan, rênimaiyên tendirustiyê yên taybet bi xweparastina ji vîrusa koronayê cîbicî bikin.

Wî rayedarê Wezareta Ewqafê herwiha balkişande ser wê yekê, ku li pêşiya mizgeftan dê mask û lepik li ser nimêjkera werin belavkirin,

Bi gotina Seyîd Sidîq Kepranî, komîteyên Ewqafê jî dê roja Înê çavdêriya cîbicîkirina rênimayiyan bikin.