Cizîr: Cerdevanek di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya Şirnex a Bakurê Kurdistanê cerdevanekî bi navê Mistefa Erdem di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat û mir.

Li gorî nûçeya Yerel Şirnak Haber, roja Yekşemê 4ê Hezîrana 2023an li taxa Sûrê ya kolana Aydinlik a navçeya Cizîrê cerdevanê bi navê Mistefa Erdem derdora demjimêr 21:00an de di otomobîla xwe de rastî êrîşa çekdarî hat.

Piştî êrîşê otomobîla ku Mistefa Erdem tê de bû hat şewitandin.

Piştî agahdarkirinê tîmên hawarçûnê, tenduristiyê û polîs ji bo cihê bûyerê hatin şandin.

Tîmên hawarçûnê agir vemirandin Mistefa Erdem ji otomobîlê hat derxistin û ji bo Nexweşxaneya Dewletê ya Silopî ya hate birin lê tevî hewldanan jî Mistefa Erdem nehat rizgarkirin.

Li ser bûyerê lêpirsîneke berfireh hatiye destpêkirin.