Li Şirnexê qeza: Şofêrên 2 barhilgiran birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Cizîrê ya ser bi parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê du barhilgiran li hev dan. Di bûyerê de  şofêrên herdu barhilgiran  birîndar bûn.

Li gor zanyariyan roja Dûşemê 5ê Hezîrana 2023an li ser rêya sereke ya Cizîr-Nisêbînê 2 barhilgir li hev dan.

Di bûyerê de herdu şofêr di barhilgirên xwe de asê man û birîndar bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên cendermeyan û Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez (AFAD) çûn cihê bûyerê û şofêrên birîndar ji cihê ku asê mabûn derxistin.

Herdu şofêrên birîndar bo Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê hatin rakirin û rewşa wan a tendirustî  baş e.