Li Mêrdinê agir bi zeviyên genim ket

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Qosarê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê di agirê derket de 350 donim erdê genim lê hatibû çandin zerer dît.

Li navçeya Qosarê ya Mêrdînê  ji ber sedemeke hîn jî nayê zanîn li zeviyên genim lê çandî agirt derket.

Agir ji ber tesîra bayê di demek kurt de gur û berfireh bû.

Bi xebata ekîbên agirkujiyê yên çûn cihê bûyerê agir hat vemirandin.

Di şewatê de 350 donim erdê genim lê çandî zerer dît.