Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bersiva Îraqê da
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê bersiveke berfireh da daxuyaniyên dawî yên Wezareta Petrolê ya Îraqê û rastiyên derbarê hinardekirina petrolê û nakokiyên darayî bi raya giştî re parve kir.
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku Wezareta Petrolê ya Îraqê “daxuyaniyên siyasî yên dûrî rastiyên bêalî” belav dike û bi neheqî sûcê dixe stûyê Herêma Kurdistanê.
Binpêkirina destûrê û sîstema federal
Hat diyarkirin ku Hikûmeta Îraqê bi salan e li ber derxistina Yasaya Federal a Petrol û Gazê astengan derdixe û li şûna wê xwe bi yasayên rejîma Beasê ya sala 1976an ve gire dide.
Wezaretê diyar kir ku ev rewş “eşkere û bi awayekî zelal” li dijî prensîbên sîstema federal û destûra heyî ye.
Wezaretê di daxuyaniyê de got:
“We meaşên welatiyên herêmê û çavkaniyên debara wan birîn, we eşkere mafên bingehîn ên mirovan bin pê kirin.”
Hat destnîşankirin ku hikûmeta federal “siyaseteke sîstematîk a birçîhiştinê” li dijî Herêma Kurdistanê dimeşîne.
Hinardekirina petrolê û berpirsyariyên darayî
Wezaretê di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê hemû berpirsyariyên xwe bi cih anîne û zêdetirî 11 milyon bermîl petrol radestî hikûmeta federal kirine lê di berdêla wê de “dînarek” jî nehatiye şandin.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku rawestandina hinardekirina petrolê ne ji ber Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye û hat bibîrxistin ku ev yek encama doza ku Wezareta Petrolê ya Federal li dijî Wezareta Enerjiyê ya Tirkiyeyê vekiribû ye.
Hat diyarkirin, hinardekirina ku 25ê Adara 2023yan hat rawestandin, zerereke zêdetirî 25 milyar dolarî daye hikûmetên Îraq û Herêma Kurdistanê û şirketan.
Peyman û bingeha qanûnî
Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê di daxuyaniyê de diyar kir ku Îraq sîstemeke federal e û mafê wan e ku xwedî rêziknameyên xwe bin û ev mafeke destûrî ye.
Her wiha hat destnîşankirin ku Herêma Kurdistanê li ser bingeha Yasaya Petrol û Gazê ya hejmar 22yan a sala 2007an bi şirketên navneteweyî yên petrolê re peyman îmze kirine.
Di daxuyaniyê de hat gotin:
“Şirketên navneteweyî yên birêz bêyî bingehên qanûnî bi milyaran dolar li herêmê veberhênan nedikir ku bingeheke qanûnî ya peymanan heye.”