Mesrûr Barzanî ji bo Cejna Qurbanê peyamek belav kir

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîr Mesrûr Barzanî di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de got, “Mixabin, em vê cejna pîroz ji ber cezadana giştî ya Hikûmeta Îraqê ya li dijî welatiyên Kurdistanê di nava rewşeke dijwar a darayî de pêşwazî dikin.”

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hesabê xwe yê Xê peyameke pîrozbahiyê ya Cejna Qurbanê belav kir.

Mesrûr Barzanî di peyama xwe de bi bîr anî ku Hikûmeta Îraqê meaşên karmendên Herêma Kurdistanê neşandine û got:

“Mixabin, em vê cejna pîroz ji ber cezadana giştî ya Hikûmeta Îraqê ya li dijî welatiyên Kurdistanê di nava rewşeke dijwar a darayî de pêşwazî dikin.”

Mesrûr Barzanî her wiha anî ziman:

“Em we piştrast dikin ku em dê her hewlan bidin ku vê zordariyê ji ser karmend û xebatkarên Kurdistanê rakin.

Cejna we pîroz be û bi tenduristî bijîn.”