Erdogan: Piştî biryara PKKyê em derbasî qonaxeke nû bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan, di peyama xwe ya Cejna Qurbanê de got, "Piştî ku rêxistinê biryara fesihkirina xwe û danîna çekan da, em derbasî qonaxeke nû bûn.

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek belav kir.

Recep Tayyîp Erdogan di beşeke peyama xwe de bal kişan ser pavajoyê çareseriyê û biyara çekdanîn û xwefesixkirinê ya PKKyê.

Erdogan got, "Gavên ku me di warên aborî, siyaseta derve û ewlehiyê de avêtine, bi pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em li ser bingeheke bihêztir danîn.

Piştî ku rêxistinê biryara fesihkirina xwe û danîna çekan da, em derbasî qonaxeke nû bûn.

Bi duayên gelê me yê ezîz û piştgiriya saziya siyasetê, em dê di demeke nêzîk de welatê xwe ji belayeke nîv sedsalî bi hev re rizgar bikin înşalah.

Dema ku em bi silamet bigihîjin armanca Tirkiyeya Bêteror, ez bawer im ku em ê hemû bi hev re pêşerojeke xurttir û bibandortir hembêz bikin."