Li Şirnexê polîsekî zarokek û jinek tacîz kirin

05-06-2025
RÛDAW
Nîşan Şirnex Tacîz Jin Polîs Ugur Demîrtaş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Şirnexê ya Bakurê Kurdistanê polîsekî zarokeke 17 salî û jineke 23 salî tacîz kirin.

Xelkê parêzgehê rijiya ser kolanan û bûyer protesto kir.

Li gorî Ajansa Mezopotamyayê, şeva borî li navenda bajarê Şirnexê, dema zaroka 17 salî ya bi nave Z.S û jina 23 salî ya bi navê Z.A. ji kargeha xwe ya li nêzîkî xaçerêya Şaredariyê derdiketin, polîsê bi navê Ugur Demîrtaş ew tacîz kirin.

Keça 17 salî  û jina navborî agahî da malbatên xwe û malbatê wan di demekî kurt de çûn cihê bûyerê.

Piştre di navbera wan û polîs Ugur Demîrtaş de nîqaş derket.

Polîsê navborî vê carê piştî nîqaşê bi çeka xwe gule berî hewayê da û ji cihê bûyerê reviya.

Lê di demek kurt de ji aliyê kesên li derdorê ve hate girtin.

Li ser agahdarkirinê tîmên polîsan çûn cihê bûyerê û hevkarê xwe yê ku keçek û jinek tacîz kirine desteser kir.

Polîsê navborî piştî karûbarên îfadeyê bi daxwaza girtinê dewqî dadgehê hat kirin lê ji aliyê dadgehê ve bi mercê kontrola dadî hate berdan.

Tacîza polîs a li zorok û jinekê, di nav xelkê parêzgehê bû sedema nerazîbûnan.

Xelkê Şirnexê li navenda bajêr bi meşekê bûyer protesto kir û xwest ew polîs bê girtin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst