Rojnameya herî temendirêj a Kurdî, Riya Teze, li ser Rûdaw TVyê

05-07-2015
RÛDAW
Riya Teze
Riya Teze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw)- ‘Temendirêjtirîn Rojnameya Kurdî, Riya Teze’ ku 85 sal in li Yêrevana Ermenîstanê weşana xwe dike, îşev dê bi riya belgefîlma Rojnameger û Nivîskar Salihê Kevirbirî li ser ekranê Rûdaw TVyê be. Saeta weşanê bi dema Hewlêr û Diyarbekirê 23.05 e.

Fîlma dokûmenter ê bi navê “Temendirêjtirîn Rojnameya Kurdî: Riya Teze” behsa serpêhatiya rojnameya navdar a kurdî Riya Teze dike.

Riya Teze sala 1930yî di serdema Sovyeta Sosyalîst de dest bi weşanê kiriye û çend salên dema Stalîn ne tê de, ev 85 sal in ku weşana xwe li Yêrevana Ermenistanê berdewam dike.

Rojnameya ku heta sala 2000î bi alfabeya kîrîlî weşana xwe ya kurdî dikir, piştî wê salê destpê kir weşana xwe bi alfabeya latînî berdewam kir.

Rojname vê gavê li Yêrevanê bi alfabeya latînî weşana xwe ya kurdî dike û ji 4 rûpelan pêk tê.

Di belgefîlmê de gellek kedkar û berpirsên berê û niha yên rojnameyê, fikir û ramanên xwe diyar dikin.

Belgefîlm sibê (Duşem) jî di nava rojê de sê caran tê weşandin.

Derhêner: Salihê Kevirbirî

Montaj: Hardi Qadir

Kamera&Deng&Ronahî: Tigran Galtsyan

24 Deqe, Kurdî/Kurmancî,

Li Ermenistanê hatiye kişandin

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst