Hewlêr (Rûdaw) – Kampanyaya “Renca Şehîdan” di çarçoveya alîkariya ji malbatên şehîdên şerê DAIŞ’ê de, 289 hezar û 36 dolar li ser 42 malbatên şehîdan parve kir.
Di çarçoveya alîkariya malbatên şehîdên şerê DAIŞ’ê, duh êvarî kampanya “Renca Şehîdan” alîkariyên beşa dawiyê parve kir.
Di kampanyayê de 4 hezar dolar gehişte her malbatekê şehîdan û herwiha 9 malbatên din jî ku beriya niha navên wan hatibû diyar kirin lê alîkarî wernegirtibûn, di vê beşê de alîkariyên xwe stendin.
Kempeynî rencî şehîdan berdewame le dabeşkirdnî hawkarî beser kesukarî şehîdanî şerrî da'şi û brrî î parey kempîneke, êwarey rojî dûşemme 4-7-2016 beser 42 warsî şehîdan dabeş kra.
Bernameya “Li Gel Renc” a Tora Medyaya Rûdawê di destpêka meha Gûlana 2015ê, “Kampanyaya Renca Şehîdan” ragihand. Sermayedar û xÊrxwazên Kurdistanê bi pare û cûrên din alîkarî dane vê kampanyayê.
Di encama kampanyayê de 17milyon û 280 hezar û 36 dolar hate komkirin û ev pare li ser 1342 malbatan hate parvekirin.