Li gel Barzanî yekem civîna giştpirsiya serxwebûnê
Hewlêr (Rûdaw) - Civata Bilind a Referandûmê yekemîn civîna xwe li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li dar dixe, endamekî civatê daxwazê dike ku nûnerê tevahiya partiyan di nava civatê de hebin.
Nûnerê Partiya Komunîsta Kurdistanê Ebu Karwan ji Rûdawê re ragihand ku dê roja şemiyê 8ê mehê, ji bo gotûbêjkirina amadekariya giştpirsiyê li Başûrê Kurdistanê, civînekê li gel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî saz bikin.
Nûnerê partiya Komunîst daxwazê dike ku partiyên siyasî yên ku heya niha nûnerên xwe ji bo civata giştpirsiyê neşandine, nûnerekî bo wê civatê destnîşan bikin.
Bi nerîna Ebu Karwan, beşdarnebûna her partiyekê dibe ku bandoreke xerab hebe.
Biryare 25ê meha Îlonê, giştpirsî li Başûrê Kurdistanê bê kirin û ji bo wê mebestê jî, civateke bilind hatiye damezirandin, lê heya niha Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistan (YNK),Tevgera Goran û Komela Îslamî ya Kurdistanê nûnerên xwe ji bo wê civatê neşandine.