Dengbêj Seyîdxanê Boyaxçî wefat kir

05-07-2020
RÛDAW
Seyîdxanê Boyaxçî
Seyîdxanê Boyaxçî
Nîşan Seyîdxanê Boyaxçî Seydo Şîmşek Dengbêj Kurd Amed
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî îro wefat kir.

Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî, îro li mala xwe ya li bajarê Ameda Bakurê Kurdistanê wefat kir.

Seydo Şîmşek ku wî 87 sal bû û di nav xelkê de weke Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dihat naskirin, ev heyamek e nexweş bû.

Cenazeyê Seyîdxanê Boyaxçî dê li Goristana Yenîkoy a li Rezanê bi xakê bê spartin.

Xalê Seyîdxanê Boyaxçî kî ye?

Dengbêjê navdar ê Kurd Seyîdxanê Boyaxçî sala 1933an li gundê Lexerî yê ser bi Erxeniya Amedê ve jidayîk bû.

Dema Seyîdxanê Boyaxçî 4 salî bû bavê wî wefat kir û ji aliyê mamê xwe ve hat mezinkirin û dibistan ne xwend.

Ew dengbêjê Kurd ji temenê xwe yê 15 saliyê ve li navçeya Sûra Amedê karê boyaxkirina pêlavan kir û bo heyama 25 salan ev kar berdewam kir û herwiha demekê jî di Şaredariya Amedê de weke karmendê paqijkirinê kar kir.

Piştî demek dirêj ji kar û xebatê, Seydo Şîmşek ango Xalê Seyîdxanê Boyaxçî dest bi gotina kilaman kir û li gel bi dehan kilamên wî navî wî di nav xelkê de belav bû.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst