Însiyatîfa Hevgirtinê ya Silopiyayê: Dûrxistina Jiyan Ormanliyê darbeyeke li dijî îradeya gel e

05-07-2025
RÛDAW
Nîşan Jiyan Ormanli Silopiya DEM Partî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Însiyatîfa Hevgirtinê ya Silopiyayayê derbarê hewldanên ji bo dûrxistina Hevseroka Şaredariya Silopiyayê Jiyan Ormanliyê de ragihand ku ew pêngav "darbeyeke giran a li rûmet û demokrasiya gel e."

Desteya Birêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê 2yê Tîrmeha 2025an di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku Hevseroka Şaredariya navçeya Silopiyayê Jiyan Ormanli bi dawaza avêtina teqez a ji partiyê ji bo dîsîplînê hatiye şandin.

Ev pênagava DEM Partiyê nerazîbûnên dualî bixwe re anîn.

Beşek ji xelkê navçeyê dixwaze ku Ormanli îstîfa bike û dest ji erkê xwe berde lê beşeke din jî naxwaza û li dijî biryara DEM Partiyê ne.

Însiyatîfa Hevgirtinê ya Silopî doh derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir.

"Yên bi hilbijartinê werin divê bi hilbijartinê herin"

Însiyatîfê di daxuyaniya xwe de tekezî li ser pîroziya îradeya gel û demokrasiyê kir û got:

"Yên ku bi hilbijartinê werin, divê tenê bi hilbijartinê biçin.

Ev prensîbeke cîhanî ya bê nîqaş e. Ti hêz, zext û ferzkirin nikare li ser îradeya gel be."

"Yên ku li dijî qeyûman derdiketin, niha heman rêbazan bi kar tînin"

Di daxuyaniyê de rexne li helwesta DEM Partiyê ya li dijî Jiyan Ormanli hatein girtin û wiha hat gotin:

"Bûyerên ku îro li Silopiyayê diqewimin, nîşan didin ku yên berê li dijî tayînkirina qeyûman derdiketin, niha heman rêbazên zordest bi kar tînin.

Ev yek durûtiyeke ku nayê qebûlkirin û îxaneta li demokrasiyê ye."

Însiyatîfa Hevgirtinê ya Silopiyayê da zanîn ku divê îdiayên derbarê Jiyan Ormanliyê de bi awayekî yasayî û zelal bên lêkolînkirin lê ti rêbazeke derveyî hiqûqê nikare rê li ber erkê wê bê girtin.

"Li demokrasiyê darbeyeke giran e"

Însiyatîfê her wiha got, "Birêz Ormanli, wek nûnera berbiçav a îradeya gel, divê erkê xwe bê navber û serbixwe bidomîne.

Bangên îstifayê û ferzkirinên dûrxistinê, derbeyeke giran e li ser rûmet û demokrasiya me."

Însiyatîfê destnîşan kir ku şaredarî ne milkê şexsî û ne jî qada rantên siyasî ne, belkû sazîbûna îradeya hevpar a gel in.

"Demokrasî bi sindoqê pêk tê"

Derbarê xwenîşandanên ku li ber avahiya şaredariyê bi daxwaza îstifayê tên lidarxistin de jî, Însiyatîfa Hevgirtinê ya Silopiyayê ew wekî "destwerdaneke bi xeter û veşartî ya li dijî îradeya gel" bi nav kir û got:

"Demokrasî ne bi xwenîşandanên kolanan an zextê lê bi biryara gel a di sindoqê de pêk tê.

Kes nikare mafê biryardanê li ser navê gel bide xwe."

Di dawiya daxuyaniyê de, Însiyatîfa Hevgirtinê ya Silopiyê ragihand ku ew dê heta dawiyê erka xwe ya parastina îradeya gel û xwedîderketina li demokrasiyê bi cih bînin û li hemberî her cure destwerdanê bisekinin.

Çi bûbû?

Desteya Birêvebiriyên Herêmî yên Demokratîk a DEM Partiyê  gotibû:

“Jiyan Ormanli; di dema hevserokatiya xwe ya şaredariyê de ji ber ku li dijî sîstema hevserokatiyê li ber xwe daye, biryarên partiyê nas nekirine, di mijara şaredariyê de nikariye bersiva daxwaz û hêviyên gel bide û ji ber kiryarên wê yên ku ligel polîtîkayên me yên rêveberiyên xwecihî naguncin, ji bo Desteya Dîsîplînê ya Navendî ya DEM Partiyê hatiye şandin.”

Jiyan Ormanli jî li hemberî vê daxuyaniyê amaje bi berdewamkirina erkê xwe dabû û gotibû:

"Derbarê daxuyaniya ku partiya min li ser hesabê xwe yê medya civakî derbarê şexsê min de belav kiriye; ez radighînim ku li ser erkê xwe me, ez dê hêjayî wê hezkirin û baweriya xelkê Silopiyayê bim û di demeke nêzîk de agahiyên pêwîst bi awayekî berfireh pêşkêşî gelê xwe bikim."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst