DEM Partiyê ji bo merasîma çekdanîna PKKyê bangî rojnamegeran kir
Hewlêr (Rûdaw) - Partiya Gelan a Wekhevî û Demokrasiyê (DEM Partî) ragihand ku di çarçoveya "Proseya Aştî û Civaka Demokratîk" de, biryar e komeke ji gerîlayên PKKyê li Herêma Kurdistanê çekên xwe deynin û ji bo şopandina vê pêngavê bangî rojnamegeran kir ku navên xwe ji bo akredîtasyonê tomar bikin.
Di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê de hat gotin, "Wekî tê zanîn, em di rojên girîng û dîrokî re derbas dibin ku tê wateya qonaxeke nû di 'Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk' de.
Di vê çarçoveyê de, tê payîn ku di rojên pêş de komeke endamên PKKyê li ser axa Herêma Kurdistanê, li gorî biryarên kongreyê pêngavekê biavêjin."
DEM Partiyê diyar kir ku ew wekî partî ji destpêka pêvajoyê ve rola "asankariyê" digirin ser xwe û ji bo şopandina merasîmê dê hejmareke sînordar a derdora 15-20 kesan ji nivîskarên qunciknivîs, nûnerên saziyên civaka sivîl û partiyên siyasî vexwînin.
Hat ragihandin ku ew kesên vexwendî dê bi organîzasyona DEM Partiyê biçin Herêma Kurdistanê.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku ti astengî li pêşiya rojnamegerên din nîne ku bi derfetên xwe çalakiyê bişopînin û hat gotin, "Ev çalakî bi agahdariya hikûmetê (desthilatê) pêk tê."
Ji bo ku rojnameger rûbirûyê ti zehmetiyan nebin, DEM Partiyê ji wan xwest ku navê sazî, wêneyê karta çapemeniyê, hejmara telefonê û e-maîla xwe ji wan re bişînin da ku agahî ji bo akredîtasyonê bi rayedarên Hikûmeta Herêma Kurdistanê re bên parvekirin.
Her wiha hat eşkerekirin ku derbarê dîroka deqîq a çalakiyê û hûrgiliyên organîzasyona çûnê de dê di demeke pêş de agahiyên berfirehtir bên belavkirin.