Îraq: 16 hezar welatî ji Kampa Holê hatine vegerandin
Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê ragihand ku heta niha nêzîkî 16 hezar welatiyên Îraqî ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê hatine vegerandin.
Berdevkê Wezareta Koç û Koçberan a Îraqê Elî Ebas li ser mijara vegerandina welatiyên li Kampa Holê ya ya li Rojavayê Kurdistanê ji Rûdawê re axivî.
Elî Ebas got "Heta niha nêzîkî 16 hezar welatiyên Îraqî bi 28 karwanan ji Kampa Holê hatine vegerandin. Pêvajoya vegerandina yên din jî berdewam e."
Li gorî gotina berdevkê Wezareta Koç û Koçberan, hêj nêzîkî 15 hezar welatiyên din ên Îraqî li kampê mane û biryar e di demeke nêzîk de karwaneke din jî were vegerandin.
Elî Ebas amaje bi wê yekê jî kir ku wezareta wan li gel Neteweyên Yekbûyî derbarê çareserkirina dosyeya wan Îraqiyên ku li Kampa Holê ne, gihîştiye rêkeftinekê û got:
"Li gorî rêkeftinê, heta sala 2027an nabe ti malbateke Îraqî li wê kampê bimîne û divê hemû bo Îraqê bên vegerandin."
Kampa Holê dikeve Parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê û di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ye.
Beşeke mezin ji niştecihên kampê, jin û zarokên çekdarên berê yên DAIŞê ne.
Ew welatiyên Îraqî yên ku tên vegerandin, di destpêkê wan dibin "Kampa Cedayê" ku wekî "Kampa Hêvîyê" jî tê naskirin û dikeve ser sînorê Parêzgeha Nînovayê.
Ev kamp di sala 2021ê de bi taybetî ji bo pêşwazîkirina malbatên çekdarên Îraqî yên DAIŞê hatibû avakirin.
Berdevkê Wezareta Koçberan da zanîn ku ew kesên tên vegerandin pêşî li vê kampê di qonaxeke rehabîlîtasyona civakî re derbas dibin û piştre ji bo warê xwe yê resen tên vegerandin.