Asayîşa Kobaniyê endamên PDK-Sê girtin

 

Kobanî (Rûdaw)- Li bajarê Kobanî ya Rojavayê Kurdistanê, 8 endamên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê ji aliyê hêzên asayîşê ve hatin girtin.


Peyamnêrê Tora Medyayî ya Rûdawê li Kobanî ragihand ku duhî derdora saet 9:00ê êvarî, asayîşa gundê Girikê ya li ser Kobaniye,  li gundê Kêfûnê ku bi derdora 40 km li Başûrê herêma Kobanîyê, 8 endamên PDK-Sê ku tevlî panelekê bûbûn, girtin.


Bi gotina peyamnêrê Rûdawê, Hêzên asayîşê berî ku derbasî nav panelê bibin, gule bi ezman de berdan û kesên ku di panelê de beşdarbûn îhanet kirin û wêneyên Mele Mistefa Barzanî û serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî yên bi dîwarê malê de daliqandî, jêkirin û şewitandin.


Di nava her 8 girtiyên PDK-Sê de, Mislim Mihemed û çend endamên din ên komîteya herêmî ya wê partiyê hene.


Heta niha asayîşê derbarê vê bûyerê de ti daxuyanî nedane.