Galeriya wêneyan

05-08-2018
27 Photos
Mihemed Şivanî

Hewlêr (Rûdaw) – Doh bi şev û di demjimêr 21:30 de agir li Bazara Sêbîran a nav Bazara Qeyseriya Hewlêrê ket, tevî ku agir mezin û berfireh nîne û tenê çend dikan şewitîne, lê belê ji ber asêbûna cihê ku agir lê derketiye, heta niha tîmên agirvemirandinê nekarîne kontrol bikin.


Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê, Emîd Şuwan Ebdulqadir derbarê sedema kontrolnekirina agir de ji Rûdawê re axivî û ragihand: “Piraniya kala û kelûpelên di nava dikanên vê bazarê de qumaş û bêhn û spray bûn, di vê beşa bazarê de ku agir li vir maye, jêrzemîna bazarê ye, rêya çûna nav jêrzemînê jê zehmet e û tîmên me nikarin bigihin kûrahiya jêrzemînê ye, lê belê hewlên me jî berdewam in û agir nêzîk e ku were kontrolkirin.”

Derbarê sedema agirpêketina bazarê de jî, Emîd Şuwan Ebdulqadir da xuyakirin: “Heta niha sedema agirpêketinê aşkere nebûye, heta ku em neçin nav û lêkolînê nekin, em nizanin ku sedem çi ye.”

Derbarê zirarên wê bûyerê de jî, Rêveberê Berevaniya Şaristaniya Hewlêrê diayr kir: “Tenê jêrzemîn û du dikan li serî şewitî ne, ti zirareke canî çê nebûye.”