Di konvoya Kiliçdaroglu de qeza çêbû: Birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Erzînganê yê Bakurê Kurdistanê, di konvoya Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu de qeza çêbû.

Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn, 2 ji wan rojnamevan in.

Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu îro ji bo ku beşdarî hin bernameyan bibe çû bajarê Erzinganê.

Dema ku Kiliçdaroglu derbasî navçeya Mama Xatunê bû 7 otomobîl li hev qelibîn.

Di encama qezayê de 4 kes birîndar bûn ku 2 ji wan rojnamevan in.

Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Tê gotin ku rewşa tenduristiya birîndaran baş e.

Hat ragihandin ku di qezayê de minibûsa polîsan û otomobîla çapemeniyê li hev xistiye û di 7 wesayîtan de jî xisar çêbûye.