Li Rihayê Qezaya trafîkê: 7 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Kaniya Xezalan a parêzgeha Rihaya Bakurê Kurdistanê du otomobîlan li hev qelibîn û di encamê de 7 kes birîndar bûn.

Li ser rêya navçeyên Kaniya Xezalan û Herranê îro du otomobîlan li hev qelibîn.

Di encamê de 3 jê zarok 7 kesên di her du otomobîlan de bûn.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê qezaya trafîkê.

Tîmên tendursitiyê  7 birîndar veguhastin nexweşxaneyên cuda yên bajêr.