Li Herêma Kurdistanê meaşê herî kêm çi qas e?

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ragihand, ji niha û pê ve nabe ku meaşê mehane yê karkeran ê herî kêm ji 450 hezar dînarên Îraqî û yê rojane jî ji 15 hezar dînarên Îraqî kêmtir be.

Birîkara Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Herêma Kurdistanê Zekiye Seyîd Salihê jî diyar kir ku xwediyên kar ên ku pêbendî biryarê nebin dê lêpirsîn were kirin.

Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Herêma Kurdistanê ragihand:

“Li ser fermana nivîsgeha birêz Serokwezîr, rizamandî hat dayîn ku nabe meaşê karkeran di mehekê de ji 450 hezar dînaran (343,40 dolarên Amerîkî) kêmtir be.”

Bîrîkara Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya Herêma Kurdistanê Zekiye Seyîd Salihê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got:

“Biryar di berjewendiya karkeran de ye ku berê diviyabû meaşê wan ê herî kêm 350 hezar dînar be.”

Zekiye Seyîd Salihê her wiha anî ziman:

“Kesên ku pêbendî biryarê nebin û meaşekî kêmtir bidin karkeran, dê li gorî yasaya kar radestî dadgehê werin kirin û lêpirsîn were kirin.”

Li gorî biryara Encûmena Wezîran, nabe ku meaşê rojane yê karkeran ji 15 hezar dînaran kêmtir be.

Biryar bi nivîsa hejmar 9410 a 3yê Tebaxê ya Encûmena Wezîran hatiye dayîn ku wekî bersiva daxwaza Wezareta Kar û Kar û Barên Civakî ya bi sernavê “Rizamandî” bû.