Birêvebirê Herêma Efrînê: Em dê mal û milkên xelkê biparêzin
Hewlêr (Rûdaw) - Birêvebirê Herêma Efrînê Mesûd Betal piştî giliyên welatiyan ên derbarê sepandina bacên neyasayî, serdana gundên nahiyeya Raco kir û tekezî li ser parastina maf û milkên xelkê kir.
Birêvebirê Ofîsa Ragihandinê ya Herêma Efrînê Salih El-Faris ji Rûdawê re ragihand ku hejmarek welatiyên gundên Goliya Jorîn, Goliya Jêrîn, Bêlê û Berbenê yên navçeya Racoyê gilî kiribûn ku hinek kes hewl didin bi awayekî neyasayî bacê li ser wan bisepînin.
Li ser van giliyan, Birêvebirê Herêma Efrînê Mesûd Bettal ew gund ziyaret kirin û rasterast guh da daxwazên welatiyan.
“Erkê me ye ku em mafên xelkê biparêzin”
Li gorî Salih El-Faris, Mesûd Bettal di hevdîtina xwe ya bi welatiyan re got:
"Em di bin sîbera dewletekê de ne û ti vegera ber bi paş ve nîne. Erkê me ye em mal û milkên xelkê û mafên wan biparêzin."
Hat ragihandin ku ji bo rêgirtina li van binpêkirinan, biryarên tund hatine wergirtin û hatiye tekezkirin ku nabe ti kes ziyanê bide cotkaran û bacên neyasayî li ser wan bisepîne.
Herwiha hekezî li ser wê yekê hate kirin ku pêwîst e mal û milkên welatiyan parastî bin.
Ev serdan di demekê de tê ku tevî hebûna hêzên ewlehiyê, hinek komên çekdar li herêmê binpêkirinan li dijî welatiyan dikin û xelkê Efrînê daxwaz dike ku hikûmet rê li ber van binpêkirinan bigire.