MÊRGESOR - Nêçîrvan Barzanî çû serdana Kargeha Şîremeniyê ya Zomê

Hewlêr (Rûdaw) - Nêçîrvan Barzanî çû serdana Kargeha Şîremeniyê ya Zomê ya li navçeya Mêrgesorê ya Hewlêrê û tekezî li ser bipêşxistina sektora ajeldariyê kir.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di serdana xwe ya Kargeha Şîremeniyê ya Zomê de pesnê raman û damezirandina kargehê da û destxweşî li Mela Mistefa Barzanî kir.

Nêçîrvan Barzanî her wiha hêviya serkeftin û bipêşveçûna berdewam ji bo proje û karmendên wê xwest ku bi awayekî pîşeyî û serkeftî karên projeyê û hilberînê dikin.

Serokê Herêma Kurdistanê tekezî li ser rol û girîngiya projeyê kir ji bo peydakirina derfetên kar ji bo niştecih û gundiyên herêmê û bipêşxistina warên ajeldarî û çandiniyê li deverê.

Her wiha proje wekî xizmeteke niştimanî bi nav kir.

Mela Mistefa Barzanî kêfxweşiya xwe bi serdana Nêçîrvan Barzanî anî ziman û spasiya wî kir.

Mela Mistefa Barzanî tekezî li ser bipêşxistina projeyê kir ku karibe zêdetir xizmeta şêniyên deverê û berhemên xwecihî bike û bibe teşwîqkerek ji bo bipêşxistina hilberîn û pîşesaziya niştimanî.