Berhem Salih jî bersiva Hadî Amirî da
Hewlêr (Rûdaw)- Serkirdeyê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) Berhem Salih, bersiva Serokê rêxistina Bedir a şîe ya Iraqî, Hadî Amirî da û ragihand, gotinên wî ne rewa ne û ti carî tiştên ku ew dibêjin dê bicîh neyên.
Berhem Salih, di daxuyaniyekê de dibêje: “Baştir e ku ku Hadî Amirî bîne bîra xwe dema ji ber rêjîma Sedam reviyabû û Pêşmerge li Qeredaxê ew xistibû himêza xwe, ku pêşmerge pêşengê xebata gelên Iraqê bû li dijî dîktatoriyeta Beisê.”
Herwiha Berhem Salih di daxuyaniya xwe de ku li ser rûpela xwe ya facebookê belav kiriye, dibêje: “Piştî rizgarkirina navçeya Amirliyê ji destê DAIŞê ku bi hevkarî û piştevaniya Hêzên Pêşmerge çêbû, Hadî Amirî bi wê serkeftinê serxweş bûye, lewra ev daxuyaniyên wî derbarê Kerkûkê û Pêşmerge de, rewa nînin û ne di cihê xwe de ne û ti carî ev gotinên wî bicîh nayên.”
Duh (4ê Îlonê) Serokê rêxistina Bedir, Hadî Amirî di daxuyaniyekê de bo Rûdawê, bi tundî êrişî Wezareta Pêşmerge kiribû û gotibû: “Wezareta Pêşmerge ya hikûmeta Herêma Kurdistanê wezareteke neserkeftî û vala ye. Hebûna Pêşmerge di destûrê de nîne, tişta ku heye artêşa parastina sînor e.”
Tê zanîn, Hadî Amirî li bajarê Kerkûkê jî di civîneke rojnamevaniyê de bi Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm re jî bi heman tundiyê êrişî hêzên Pêşmerge kiribû.
Gotinên Amirî rastî nerazîbûneke berfireh a rayedarên leşkerî û siyasî her wiha raya giştî ya Başûrê Kurdistanê hat.