Li Amedê konferansa aştiyê birêve çû
Amed (Rûdaw) - Di roja ku Serokwezîrê Tirkiyeyê Binalî Yildirim serdana bajarê Amedê kir de di heman demê de 5 partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê jî di konferanseke de civiyan û bangawazî ya aşîtî yê li du aliyan kirin, her wisa di konferansa bi navê Roja Aşîtiya Cihanê û Pirsa Kurdistanê de ji bo riya çareseriya pirsa Kurdî şêwaza diyalogê hate nîşandan.
5 partiyên Bakurê Kurdistanê ku xwe wek partiyên Kurdistanî jî pênase dikin, li Amedê di roja ku Serokwezîrê Tirkiyeyê serdana Amadê dikir de di heman demê de konfranseke bi navê Roja Aşîtîya Cîhanê u û pirsa Kurdsiatanê lidarxistin.
Partiyên wek Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Kurdistanê (PAKKURD), Partiya Sosyalista Kurdistanê (PSK), PDK-Bakur û Hereketa Azadiyê di konfransê de bi peyameke hevpar careka din bang li dewletê û PKKê kirin da ku ew şer rawestînin.
Serkirdeyê hereketa Azadiyê Sıtkı Zîlan dibêje ku her çiqas pêjna aşîtyê ji du aliyan neyî jî bêhna aşîtîyê heye.
Serkirdeyê Hereketa Azadiyê Sitki Zîlan wiha got: “Her çiqas dibêjin ku aşîtî maşîtî tuneye lê bêhna wê heye, her du alî jî aciz bûne, yanî bi sedan bi hezaran mirov hatine kuştin, kê dibe bila bibe, leşker dibe, gerîla dibe, aliyê însanî wexta tu lê dinêrî, em behsa aşîtîyê dikin insanetiyê dikin.”
Hîn siyasetmedarên partiyên Kurdî jî dibêjin ku banga me ya sereke ji dewletê re ye ku Kurdistan dagirkiriye.
Cîgirê Serokê Partiya Azadiya Kurdistanê Kasim Ergun jî amaje kir ku banga wan a ewil li dewletê ye, ji ber ku ew dibêjin komara Tirkiyeyê sed sal e bi xeletî hatiye damezrandin, çimkî li ser înkar û îmha û xasma li ser înkarkirina netewa Kurd hate çêkirin, heta ku Kurd negihijin mafên xwe yên netewî û rewa, li vî welatê dê her tim şer hebe.
Partiyên Kurdistanî bi tevahî li Bakurê Kurdistanê ji bo çareseriyê rêya diyalogê dipejirînin û şerê çekdariyê şaş dibînin.